Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, zincîrek ji civînên ji hev cuda di riya odeyeke tilfiziyonî girtî re, bi nûnerên wezareta derva ya Emrîka, Birêtaniya, Almaniya, firansa û tirkiyê re lidar xist, û bi wan re pêwîstiya cîbicîkirina bilez ji pilana li ser hetiye lihevkirin di navbera Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Rêxistina Tendurustî ya Cîhanî de gengeşe kirin.
Û di civînan de, Wezîrê Tendurustiyê yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî D. Meram Elşêx û Serokê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno beşdar bûn.
Û ev di çarçoveya bersivdana lezgîn ji pilana pêşîlêgirtina Vîrosa Korona li Sûriyê hat, û bi taybet li deverên rizgarkirî, pilana ku Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê pê radibin.
Û D. Meram Elşêx li ser rewşa tendurustî li deverên rizgarkirî, û pirosesên taqîkirinê ji bi dehan kesên ku gumana pêketina Vîrosê li ser wan hebûn axifî, û diyar kir ku encam nîgetîf bûn, û got ku hîn Vîrosa Korona li deverên rizgarkirî tune ye.
Û hişyarî dan ji gihiştina Vîors bo deverên rizgarkirî yên ku 5 milyon mirov lê dijî, û beşekî mezin ji wan di kampan de di rewşeke mirovahî ya dijwar de ne, ew jî dibe sedema ku jihevdûrketina civakî zehmet be.
Û derbarê pilana rêkeftin li ser çêbûye bi Saziya Tendurustî ya Cîhanî re şiroveyek pêşkêş kir, û li ser hewcedariyên di pilanê de hatine xuya kirin axifî, bi taybetî piştgiriya karta bijîşkî yaku rastî operasyonên rêbazî li ser destê Rûsiya û hêzên rêjîmê bi dirêjiya salên şoreşê hatî, û tekezî li ser girîngiya dabînkirina xwerin û ava pak û pêdvîyên sereke yên paqijiyê kir.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî, Dîma Mosa, li ser pêwîstiya serbestberdana girtiyên di zîndanên rêjîma Esed de axifî, nemaze rewşa ku ew tê de dijîn dihêle ku Vîros Korona bi rengekî lezgîn û metirsîdar belav bibe, û tekezî li ser girîngiya ku bi şêweyekî lezgîn werin berdan kir.
Û Serokê Hevbeş yê Komîta Destûrî ya Sûrî, Hadî Elbehra, behsa girtiyên Sûrî yên di zîndana Romiyê li Libnanê kir, yên ku hejmara wan bêtir ji 1200 girtî ye, û di rewşeke xerab û zehmet de dijîn, û daxwaza serbestberdana wan kir.
Û Elbehra şiroveyek derbarê pêşhatên karê Komîta Distûrî pêşkêş kir, û bal kişand ku hin daxwaz ji aliyê Şanderê Navdewletî bo Sûruyê, Cîr Bîdirson, hene ku hevdîtin di riya tekînka vîdyo ya ji dûr ve li dar bikeve .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî