Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, li gundewarê Heleb, Ehmed Şihadî, gereke şopandinê li ser malbatên koçber û yên ziyan li wan bûne kir, nemaze malbatên xwedanên hewcedariyên taybet û yên gelek zarokên wan hene .
Û Şihadî hevdîtin bi hin malbatan re çêkirin, û li rewşa jiyan û tendurustiya wan pirsî, û kar ji bo pêşkêşkirina piştgiriyên diravî û dabînkirina pêdvî û hewcedariyên wan ên rojane di warê xwarin û bijîşkiyê de kir.
Û Şihadî ji tevaya malbatan re tekezî li ser pêwîstiya guhdana temînî û rênimayên tendurustî û dûrbûna ji komcivnan kir, û anî ziman ku pabendiya bi wan temîniyan pir girîng e, ji bo xweparastina tendurustî û saxlemiya tevaya nişteciyên deverên rizgarkirî, û nehêlîna belavbûna Vîrosê Korona.
Û Şihadî li serpêhatiyên welatiyan yên li ser derbiderkirin û tewanên ku hêzên Rûsiya û Milîsên Iranî û hêzên Esed dermafê xelkê gund û bajarokên jê derbider bûne guhdarî kir.
Û Şihadî pilana Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştevaniyê ji bo rûbirûbûna Vîrosa Korona şirove kir, û behsa kar û tedbîrên pêşde yên ku Hikûmeta Demkî di vî warî de pê rabûye kir, û tekez kir ku berpisyarî parê hemûyan e, û çext li ser pêwîstiya pabendiya bi temîniyên tendurustiyê yên Wezareta Tendurustî ya Hikûmeta Demkî belav kirine kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî