Wezîrê tendurustî di hikûmeta sûrî ya demkî, Meram Elşêx, diyar kir ku nexweşên li parêzgeha idlibê ketine bin taqîkirin û kontirola Korona ku heya roja şemiyê hejmar gihîşt 118 nexweşan, û encamên wan tev negetîf bûn, û ew nîşan e ku vîrosa korona li deverên rizgarkirî tune ye.
Û Elşêx got ku hejmarek ji civînan bi berpisyarên Firansa, Birîtaniya, Almaniya, Emrîka û Tirkiyê re ji bo şirovekirina rewşa tendurustî li deverên rizgarkirî li dar ketin, û pêwîstiya cîbicîkirina pilana bersivdan û piştgiriya tevaya nişteciyan daku li hember Korona xwe biparêzin.
Û wezîr got ku Saziya Saxlemiyê ya Cîhanî, pilana dawî ya ji hêla tîma kar pêşniyar bûye pejirand, ew pilana ku tê de hemû çalakiyên tendurustî yên girêdayî rûbirûbûna bêtara Korona vedihewîne, yaku cextê li ser xurtkirina sîstema tendurustî dike, û bal kişand ku ew hewcedariyek girîng e bo zûkirina cîbicîkirina pilanê.
Û Elşêx bal kişand ku wezaret niha li ser rêxistinkirina karê xwebexşî yê rûbirûbûna vîrosa korona dixebite, û niha wezaret li ser du tiştan kar dike, ya yekem hişyarkirin e, û ya dûyem rahênankirina li ser çawaniya danûstandina bi yên bi nexweşiya korona ketine re, li gorî pirogrameke birêkûpêk ê wezaretê yê dê nêzîk dest pê bike.
Û Wezîrê Tendurustiyê daxwaz ji hemû çalakên di karta tendurustî de re kir, ku hemû karînên xwe bi tevaya aliyan re bikin yek, bi armanca rûbirûbûna belavbûna Vîrosa Korona li deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî