Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, duh roja duşembê anî ziman ku wê karibû 109 binpêkirinên agirbestê ji hêla rêjîma Esed û siponserê wê yê Rûsî ji 5 heyva adara borî de belge bike.
Û Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê di infografeke xwe de, yaku li ser rûpela xwe a mediya civakî belavkiriye, eşkere kir ku hêzên rêjîma Esed û Rûsiya 83 caran agirbest li parêzgeha Idlibê binpê kirine, her weha 15 caran li parêzgeha Helebê, û tîmê 6 binpêkirinên rêjîmê û piştevanên wê li parêzgeha Laziqiyê, û 5 li parêzgeha Hemayê tomar kirine.
Û tîmê bal kişand ser ku pinpêkirinên berdewam ji hêla rêjîmê û Rûsiya ve li ba xelkê deverên gundewarên Heleb û Idlibê metirsiya vegera operasyonên leşkerê gur dike.
Û duh duşembê bajarê Sermîn û bajarokê Neyreb li gundewarê Idlib, rastî bombebarana ji hêla rêjîma Esed hatin, û di heman demê de devera Elhidada ya girêdayî Çiyayê Tirkman li gundewarê Laziqiyê bi rengekî eşkere peymana agirbestê hatiye binpêkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî