Di çarçoveya helmeteke Erebî ya ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî pê radibe, ji bo komkirina helwestên piştgiriyê ji bo şermezarkirina rêjîmê, piştî derketina rapora Rêxistina çekên Kîmawî, Serokê Hevbendiya Niştimanî, Enes Elebde, nameyek ji Dewletên Ereb re şand, daku wan han bide ser helwesteke yekrêz ji rêjîmê, piştî tekez bû ku ew berpisyar re di ber sê êrîşên bi çekên kîmawî li bajarê Letamnê li gundwarê Hema sala2017.
Û Peyama serokê hevbendiyê ji hêla Erebistana Siûdî, Mîrneşînên Erebî yên Yekbûyî, Behrên, Kiwêt, Selteneta Oman, Qeter, Yemen, Urdun, Libnan, Filîstîn, Iraq, Misir, Maroko, Lîbiya, Tûnis, Elcezaêr, Sudan, Murîtaniya, Somal, û Jîboutî ve hate pêşwazîkirin.
Û Elebde di nameya xwe de bal kişand ku, raporta Rêxistina Qedexekirina çekên Kîmawî tekez dike ku, êrişên rejîmê bi şêweyekî stratejîkî taybet in, û tenê dikarin li ser fermanên rayedarên deselatê yên bilind ji serokatiya leşkerî di rejima Beşar Esed de çêbibin, ew jî berpirsyariya Beşar Esed di ber bikaranîna çekên kîmawî de îspat dike, û cextî li ser pêwîstiya nehêlana ti ramanên gangaziyê ji avakirina pêwendiyên nû bi rêjîmê re kir.
Û Elebde di peyama xwe de, daxwaz ji hemû dewletên Ereban kir, ku piştgiriyê bidin pêkanîna benda 21ê ji biryara Encûmana Ewlehiyê 2118an, yaku amaje bi pêkanîna tedbîrên li gorî Beşa heftemîn ji peymana Neteweyên Yekbûyî dike, ger pabendî bi biryarê nekir, di nav de veguhestina çekên kîmawî bê destûr, an bikaranîna çekên kîmawî ji hêla çi kesekî ve li Sûriyê.
Her weha banga piştgirîkirina gavên sizedana bilez ji bo kesên tevlî tewanan bûne, û ji bo rayedarên pilebilind ên rejîma Esed, û piştgirtina veguhaztina siyasî di riya pêkanîna tevaya biryara 2254 ya Encumena Ewlekariyê ya sala 2015an û daxiyaniya Cenevê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî