Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Daxwiyaniyên hevrêzkarê ragihandinê yê “ Encumena Sûriya Demuqrat – Mesed” ya bi ser rêxistina PKK ya wek rêxistineke terrorist li Ewropa û Amerîka û hejmarek din ji dewletan tê dîtin, nîşana mejiyekî nexweş ê cudaxwaz e, ji ber di daxwiyaniya xwe de daxwaza qirkirin û kuştina sivîlan li Idlibê kiriye, dema red dikir ku Saziya Tenduristiya Cîhanî alîkariyên pizîşkî bide wan ji bo dijderketrina nexweşiya Korona.
Hevbendiya Niştimanî van daxwiyaniyan şermezar dike, û daxwazê di desthilata Danîmarkê dike ku lêpirsînan derbarê wan bike, ji ber ew çanda sorkirin û dijminatî û kuştin û tewan û terorê belav dike.
Hevbendî dibîne ku ev daxwiyanî li gor kiryarên vê rêxistina terrorist û milîtan û sazî û şaxên wê yên li Sûriyê ne, ên ku kirêttirîn tewan dijî sivîlan pêk anîne, di riya kuştin û şewitandin û koçberkirin û sûkatiya bi laşan re, ên ku gelek ji raporên mafnasî û navdewletî ew belge kirine.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, şermezarkirina xwe ji tevaya saziyên bi ser rêxistina PKK ya terrorist bi navên wê yên corbrcor nû dike, û daxwaza derketina wan ji bajar û bajarokên ku dagîr kirine û xelkên wê koçber kirine dike, û rawestandina bikaranîna Sûriyan wek ardûyê şerên wê yên bêwate.
Hevbendî tekeziyê li ser pabendiya xwe bi piransîbên şoreşa Sûriyê dike, û cext dike ku Sûriya ji tevaya hevwelatiyên wê re ye, bêyî cudakirina di nav ol û regez û netewan de, û tevaya hevwelatiyan wek hev di bin sîwana yasayê de dibîne, û ew tev hevparên hev in di Sûriya niha û ya paşerojê de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
15 nîsan 2020