Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes Elebde, nameyek ji emîndarê giştî yê Rêxistina Hevkariya Islamî, D. Yosif Bin Ehmed Bin Ebdilrhman El Isêmîn re şand, derbarê rapora Rêxistina Çekên Kîmawî, ya tê de hatiyê ku rêjîma Esed çekên kîmawî li bajarê Letamnê li gundwarê Hema sala2017 bikar anîne.
Û Elebde, daxwaza piştgiriyê ji Rêxistina Hevkariya Islamî di sizedana berpisyarên bikaranîna çekên kîmawî kir, di riya cîbicîkirina xala 21 ji biryara encumana Ewlkariyê ya Navdewletî ya 2118, ya ku doza sizakirina li gor xala Heftemîn kiriye, bo çi kesê ku çekên kîmawî bi kar bîne an bê rêdan veguhêze.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaza pişgiriyê ji Rêxistina Hevkariya Islamî kir, di karûbarê sizedana yekser ji yên beşdarî bûyerê bûne û berpisyarên pilebilind ên rêjîma Esed, her weha piştgiriya wê ji veguhastina siyasî re di riya cîbicîkirina bi temamî ji biryara encûmana ewlekariyê ya 2254 ya sala 2015an re tevî daxiyaniya cinêvê.
Û Elebde diyar kir ku rêjîm pabendiyê bi ti bang û daxwazên Rêxistina Hevkariya Islamî nake, û ji ber wê dibe sedema mirin û girtin û bêseroşûnkirin û koçberkirina bi melyonên sûriyan, û ruxandina bi melyonan mal û avahiyên giştî û bingehên sereke û cihên kultur û şaristaniyê li seranserî sûriyê, û tekezî li ser pêwîstiya nehêlana avakirina ti pêwendiyan bi rêjîma nerewa re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî