Wezarweta Derva ya Ispaniya, daxwaza cezakirina rêjîma Esed li gorî encamên rapora Rêxistina Qedexekirina çekên Kîmawî kir, ya tekez kiriye ku rêjîma Esed bi çekên kîmawî gundewarê Parêzgeha Hemayê bi gaza jehrê di sala 2017an de bordoman kiriye.
Û Wezareta Derve cext kir ku pêwîst e “ev kar bêsizedan neyê berdan” û diltengiya xwe derbarê bikaranîna çekên kîmawî dermafê sivîlan li bajarokê Elletamnê yê girêdayî parêzgeha Hemayê di adara sala 2017an de anî ziman.
Û rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ya di 8 vê heyvê de reket, gihîşte encama ku balefirên rêjîma Esed êrîşên bi çekên kîmawî yên qedeqekirî li bajarê Elletamnê yê gundewarê Hemayê pêk anîne.
Û berê jî hejmarek ji dewletên Ewropî û Herêmî di nav de Amerîka, tekez kiribûn ku rêjîma Esed berpisyar e di ber êrîşên bi çekên kîmawî li bajarê Elletamnê li parêzgeha Hemayê, û gotin ku divê bê ceza nemîne.
Tê zanîn ku êrîşa bi kilorê, roja pênşembê 30’ê adarê , dijî bajarê Elletamnê , bi riya balefirên rêjîma Esed pêk hat, ya ku bermîlek tê de gaza sarînê hebû bi ser başûrê Elletamnê de berda, û tê de 60 kes bînçikandî bûn li gorî rapora Rêxistina Çekên Qedexekirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî