Tora Sûrî ya Mafên Mirova, got ku şehîdbûna rojnemevan Cîhad Cemal yê bi navê Mîlan naskirî ye belge kir, û got ku wî piştî 8 salan ji girtinê di bin îşkenceyê de di zîndanên rêjîma Esed de canê xwe ji dest da.
Û Tora Mafnasî tekez kir ku wê di 13 vê heyvê de agahiyên mirina wî di bin îşkenceyê de di navendeke girêdayî rêjîma Esed li bajarê Şamê wergirtin, û anî ziman ku xwediyên wî di heyva sibata bûrî de agahiyiyên derbarê mirina wî bidest xistibûn, û zanîbûn ku ew di sala 2016an de li gorî doseyên dayîra nifûsê canê xwe jidest dabû.
Û Torê diyar kir ku Cîhad Cemal di sala 1972an de ji dayik bibû, û hêzên rêjîma Esed ew di 7ê adara 2012 an de li kafeya Nînar li taxa Bab Şerqî ya li bajarê Şamê girtibûn, û berve şaxê ewlekarî yê bi navê Şaxê Filestîn de ajotibûn.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirova berê di dawîtirîn raporên xwe de kuştina 14221 kesî ji ber îşkenceyê di zîndanên rêjîmê de ji adara 2011an ta adara 2020an de belge kiriye, û eşkere kir ku 129989 kes hîn girtî û bêseroşûn in di navendên rêjîmê de.
Û ev tişt di demekê de ye ku civaka navdewletî daxwaza serbestberdana girtiyên sûriyê dike, ji ber metirsiya belavbûna Vîrosa Korona di nav girtiyan de, nemaze di vê rewşa dijwar de ya ku rê dide veguhastina Vîros.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî