Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes Elebde, nameyek ji 30 dewletên dost û birayên gelê Sûriyê re û Encûmana Ewlkariyê her weha bo nûnerê taybet bo Sûriyê û Yekîtiya Ewropa re şand, derbarê veguhastina xwestekên Hevbendiya Niştimanî ji Encûmana Ewlekariyê re, ya ku dê îro êvarî derbarê rewşa sûriyê li dar bikeve.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya rabûna Encûmana Ewlekariyê bi cîbicîkirina xala 21ê ji biryara Encûmana Ewlekariyê ya 2118 kir, ya ku tê de hatiye: “Eger veguhastina bê destûr ji çekên kîmawî re an bikaranîna çekên kîmawî ji hêla çi kesî ve be li Sûriyê pêk were, wê gavê dê tedbîrên li gorî Beşa Heftemîn ji Peymana Netewên Yekbûyî ferz bike”.
Û daxwaza destpêkirina yekser ji rêşûnên lêpirsînan dijî hemû tewankaran kir, tevî kesayetiyên pilebilind ji rayedarên rêjîmê.
Û daxwaza berdewamiya piştgiriya çalakiyên pêvajoya siyasî kir, daku veguhastina siyasî pêk were, û daxwaz ji tevaya aliyên pêve girêdayî kir ku bi berpisyarî tevlî pirosesê bibin, jibo bighînin çareya siyasî ya bi temamî di riya cîbicîkirina tevaya biryara Encûmana Ewlekariyê 2234 (2015).
Û Elebde bal kişand ser ku rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, tekez dike ku ti guman nîne ku rêjîma Esed berpisyar e di ber bikaranîna çekên kîmawî de di sê êrîşên ser bajarê Elletamnê yê gundewarê Hemayê, û got ku ev bikaranîna sitiratîciyeke xwe ya taybet hebû, û ew kar bi carekê çênedibû ger fermana bikaranînê ji desthelatdarên herî bilind ji serdariya rêjîmê nehatibe dayîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî