Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya îro sêşembê derketî de, anî ziman ku wê heyva borî kuştina 78 sivîlan di nav de 14 zarok û 7 jin û kadroyekî bijîşkî hebûm belge kiriye, û kuştina 10 kesan ji ber îşkenceyê û ne kêmtir ji komelkujiyekê jî tomar kirine.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe de eşkere kir ku ne kêmtir ji 138 kesî di nav de 6 jin li ser destê aliyên sereke û çalak li Sûriyê hatine girtin, û li gor raporê bêtirên wan girtiyan li ser destê hêzên rêjîmê bûn, û parêzgeha Dêra Zorê di hejmara girtiyan de di pêşî de hat, û paşre gundewarê Şamê bû.
Û raporê anî ziman ku di heyva nîsana borî de ne kêmtir ji 5 bûyerên dijminkariyê dijî navendên jîndariyê yên sivîlî pêk hatin, 1 jê dibistan, 2 cihên olî, 2 bazar bûn.
Û raporê bal kişand ku hêzên rêjîma Esed û Rûsiya tewanên cûrbecûr ji kuştinên derveyî yasayê wek binçavkirina kotekî, îşkencekirin û girtinê pêk anîne, û êrîşên xwe û pirosesên bombebarana bêseruber bû sedema rûxandina avahiyan.
Û raporê got ku rêjîma Esed yasaya navdewletî û yasaya urfî û biryarên Encûmena Ewlekarî bi taybet birara hejmara 2139 û biryara 2042 ya girêdayî bi serbestberdana girtiyan binpê kirine, her weha biryara 2254 û hemû pinpêkirin pêk anîye bêyî ku were sizedan.
Û Tora Sûrî ya Mafnasî di rapora xwe de daxwaza pêwîstiya eşkerekirina çarenûsa derdora 83 hezar welatiyên Sûrî yên ku şaxên ewlekariyê ew girtine û çarenûsa wan heya niha diyar nebûye kir, û daxwaza pabendiyê bi biryarên Encûmana Ewlekarî ya Navdewletî û Yasaya Urfî û Mirovahî ji rêjîmê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî