Tîma “Hevrêzkarên Bersivdanê” ya Sûrî, 17 bipêkirinên rêjîma Esed li gundewarê Heleb û Idlibê di navbera 24 katijêran de belge kirin.
Û tîmê di daxwiyaneyeke xewe de, îro duşembê, tekez kir ku hêzên rêjîmê bi mebest dever û taxên nişteciyan li gund û bajarokên gundewarê Idlib armanc dike, daku nehêle nişteciyên sivîl vegerin deverên xwe.
Û “Hevrêzkarên Bersivdanê” berdewamiya hêzên rêjîma Esed û Rûsiya di binpêkirinan de li bakur rojavayî Sûriyê yaku di 5 adara 2020an hatî ragihandin şermezar kir.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê daxwaza tevgerek bilez ji civaka navdewletî kir, daku giyanê sivîlan li deverê bête parastin, û tewanên cengê rawestin, û tevaya biryarên navdewletî yên girêdayî bi sûriyê cîbicî bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî