Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Abdilrahman Mostefa,duhê sêşembê, di riya odeyeke telfizyonî ya girtî re, civînek bi Cîgirê Alîkarê Wezîrê Emrîkî yê Karûbarên Rojhilata Nêzîk û Nûnerê Taybet bo Sûriyê, Ciwêl Rayborin, re lidar xist, û pê re behsa rewşa deverên rizgarkirî nemaze pilanên rûbirûbûna bêtara Korona û xebatên Hikûmeta Demkî jibo nehêlîna belavbûna wê kir.
Û li civînê Lîwa Selîm Idrîs Wezîrê Bergiriyê, û Endeziyar Mohemed Seîd Sulêman Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetguzariyan, û Yasir Elhecî, rêvebirê têkliyên derve di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, her weha xanim Zehra Bel Seroka siyasî di pirograma Emrîkî bo piştgiriya Sûriyê amade bûn.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, di hevdîtinê de eşkere kir ku Hikûmetê ji bo nehêlîna belavbûna Vîrosa Korona li deverên rizgarkirî gelek gav avêtine, û xalên sînorî bi deverên rêjîmê re girtin, û xwendekar derbasî qonaxa pirosesa xwendina ji dûr de kirin, û pirosesên taqîkirinê ji kesên guman li ser wan hene re berdewam in, û navendên karantînayê ava kirin, di heman dema dermankirina navend û avahiyên giştî ya berdewam dijî vîrosa Korona, her weha helmetên xweparastin û hişyarkirinê.
Û bal kişand ku Hikûmetê di dema borî de hejmarek ji pirojeyên xizmetkariyê di warê tendurustî û fêrkirin û dad û ewlehiyê de pêşkêş kirin, û bi hêvî ye ku jipêre dezgehin nû ji bo cîbicîkirina pilana xwe ya çespandina rêvebiriya sivîl û hikumdariya baş li deverên rizgarkirî veke, û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hikûmeta Sûrî ya demkî û pişgiriya pirojeyên nû kir.
Û herdû aliyan rewşa aborî li deverên rizgarkirî, û têkçûna nirxê leyreya Sûrî û bandora wê li ser welatiyan gengeşe kirin, û Serokê Hikûmetê bal kişand ser hewldanên rêjîma Esed ji bo ku diravên giran ji wan deveran bistîne, û sûdê di warê aborî de bibîne, daku cezayên lê hatine kirin bişkîne.
Û herdû aliyan tekezî li ser pêwîstiya parastina welatiyan ji têkçûna leyreya Sûrî kirin, her weha karên ku tên xwestin ji bo sivikkirina bandora wê mijarê li ser welatiyan.
Û ji aliyê xwe ve, birêz Ciwel Rayborin tekezî li ser girîngiya berdewamiya têklî û şêwran di navbera herdû aliyan de kir, her weha li ser peydakirina ewlehî û aramyê li deverên rizgarkirî axifîn, herweha kar li ser pêşdebirina têkliyan bi Hikûmeta Sûrî ya Demkî re û pêwîstiya berdewamiya têkiliyan jibo mijarên girîng yên hevbeş di nav herdû aliyan de di rojên pêş de behs bibin.
jêder: ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî