• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 31 January , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

El-Ebde: Derbaskirina Nûnerin Nû Hevbendiya Niştimanî Xurtir û Çalaktir Dike

May 22, 2020
in Nûçeyên Hevbendiyê
El-Ebde: Derbaskirina Nûnerin Nû Hevbendiya Niştimanî Xurtir û Çalaktir Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, diyar kir ku armanc ji tevlêkirina hin nûneran ji Encûmana Êl û Eşîran û Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî, ji bo nûkirina xwîna Hevbendiya Niştimanî ye, û ew gav dê Hevbendiyê xurtir û çalaktir bike.

Û di hevpeyvînekê bi rojnameya Elerebî Elcedîd re, El-Ebde, bal kişand ser girîngiya rola Êl û Eşîran di dîrok û Şoreşa Sûriyê de, bi taybet ji aliyê beşdariya wan di Şoreşê de û di berxwedana li hember rêjîma Beşar Elesed û Milîseyên Rêxistina Daişê.

Û anî ziman ku Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî hevbeşên me ne di Şoreşê û hêla niştimanî de, û em kêfxweş in bi tevlêbûna wan, û tevlêbûna wan dê bihêle ku di riya dezgehên Hevbendiyê re çalakiyên xwe yî niştimanî berfireh bikin.

Û derbarê diyaloga kurdî-kurdî ya bi siponseriya aliyin Navdewletî lidar dikeve, El-Ebde got ku rênimaya Hevbendiyê tenha pirensîpên şoreşa Sûriyê ne, û got ku baweriya me bi diyalog û danûstandinê heye, daku bighên çareyekê ku azarên gelê Sûriyê bi tevaya pêkhatên xwe bidawî bike, lê dibê bingehên pirosesa vê diyalogê de eynî bingehên Şoreşa Sûriyê bin, daku bighînin niştimanekî azad û sivîl û demoqrat ji hemû welatiyan re, yê cihê kujer û xûnmij û terorîstan tê de tune be.

Û got ku yek ji giringtirîn mercên diyalogê yên ku Encûmena Niştimanî Ya Kurdî pişta xwe pê rast kiriye, layengiriya şoreşa Sûriyê ye, û çi girêdanên bi rêjîmê re hebin divê bêne birîn, û girêdanên bi rêxistina Qendîlê ya terrorist li ser astên siyasî û leşkerî û ewlehî û diravî werin vekirin, her weha derketina hemû endamên ne ji kurdê Sûriyê yên di nav PYDê de, û tekeziya li ser têkliyên baş bi cîrana re, û destdirrêjiya karûbarên dewletên derdorê nekin, û bibînin ku doza gelê kurd dozeke niştimanî Sûrî ye û çara wê li Sûriyê ye ne li derve ye.

Û El-Ebde, di hevpeyvîna rojnemevanî de, behsa rewşa idlibê û lihevhatina agirbestê kir, û tekez kir ku ew doseya di pêşiya hemû doseyan de ye, û got ku Hevbendî herdem wê dosyê bi aliyê Tirkî re dişopîne, û me ti şûndevekêşan ji pabendiyên wan yên berê nedîtiye, û got ku lihevhatina agirbestê ya vê dawiyê, ya herî baş bû ji aliyê pabendiya rêjîmê ve, rêjîma ku bi xinizî û binpêkirinên xwe naskirî ye .

Û got ku em ji hemû rûdanên nû re amade ne, û sipsiya Tirkiyê li ser rola wê ya mezin di çespandina agirbestê de û pêşkêşkirina piştgiriyên girîng ji bo vegera xelkê bo deverên xwe kir.

Û El-Ebde, got ku hinek hêminî ji encama agirbesta dawîn çêbûye, lewra bi dehhzaran sivîl vegeriyan malên xwe, û got ku em bi aliyê Tirkî re kar dikin ji bo vegerandina yên din, bi hevkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, tevî lewazbûna wê di warê diravî de.

Û cext li ser girîngiya kar ji bo vegerandina tevaya derbideran bo deverên wan kir, û nerazîbûna xwe ji koçberkirina xelkê an veguhastina wan bo deverin din anî ziman, û dît ku ew dikeve bercewendiya rêjîmê û guhartina demografî, ew siyaseta ku rêjîm li piraniya deveran pê rabûye.

Her weha Serokê Hevbendiyê tekez kir ku babetên herî pêşîn di siyaset û danûstamdinê de vegerîna derbider û koçberan li deverên xwe ye, û dabînkirina cîgeheke aram û guncaw ji jiyana wan re.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne
Nûçeyên Hevbendiyê

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

January 30, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

Hevbendiya Niştimanî Spasiya Xwe bo Helwêstên Navdewletî yên Piştgir ji Kartêkerkirina Dosya Sizakirina Rijêma Esed li Ser Tawanên wê Tîne Ziman

Elmislit Tekez Dike Ku Rijêma Esed Pabendî bi Biryara Navdewletî 2118an Nekir û Daxwaza Cîbicîkirina Tedbîrên Ku Benda Heftemîn ji Madeya 21ê Disepîne Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.