Rêveberê giştî yê Dezgeha Giştî ya Aşan ya Hikûmeta Demkî , got ku berhemê wan gihşte 17600 ton ard, û bi hevrêziya li gel encumanên xwecehî; tevaya wî berhemî li ser nanpêjgehên Etarib, Izaz, Bab û Cerablisê hate belavkirin, û bal kişand ku hin aş ji ber dagirkeriya hêzên rêjîmê ji dest wan derketin, û bi tenê aşên Izaz û yê Elbêda û yê Bezaa di destê wan de mane, ji bilî seknandina aşê Etarib ji ber topbarana artêşa rêjîmê û ya Rûsî.
Rêvberê giştî di heman mijarê de diyar kir ku gelek astengî li pêşiya karê wan derdikevin, wek nebûna genim ji bo hêranê bi sedema nekarîna dabînkirina wî ji hêla Dezgeha Giştî ya Îmbarkirina Dexl û Dan ji bilî zêdebûna nirxê pêdiviyên çêkirina nan ji ber têkçûna Lîreya Sûrî beranberî Dolar, û bal kişand ser ku sedamin din hene mîna peydanebûna sotemeniyê, lewra nirxê tonek nan dighêje 125 dolaran, ji bilî nirxê ard yê ku bêtir nirxê nan li deverên rizgarkirî li ser welatiyan bilind dike, welatiyên ku piraniya wan bê mûçe ne, û nebûna pereyan ji bo kirîna genimê xwecihî wê cotkaran neçar bike ku sala tê zeviyên xwe neçînin, û ji ber vê wê genimê ku madeya sereke ye di çêkirina nan de kêm bibe.
Dezgeha Giştî ya Aşan, hêvî dike ku karibe genimê cotkaran bikire, da ji wan re piştgir û dabîn be, da çandinî berdewam bimîne, û anîna genim ji derve dema ku yê xecehî kêm bibe, ji bilî dabînkirina hemû pêdiviyên aşan û yên nanpêjgehan bi hevrêziya li gel alî û rêxistinên hewarçûnê, da ku bi hev re pilanekê amade bikin ji bo kirîna genim û dabînkirina ard ji bo hemû deverên rêzgarkirî.
Tê zanîn ku Dezgeha Giştî ya Aşan yek ji kampaniyên Dezgeha Giştî ya Îmbarkirina Dexl û Dan e, ya bi ser wezareta Darayî û Abûrî di Hikûmeta Demkî de ye, û bi biryara 16 di 15-5-2014 hate damezrandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî