Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, navên kesên hatine pejrandin jibo ku di dezgehên polîs û asayîşan de li bajarê Til Ebyed li gundewarê Reqayê û bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê kar bikin ragihand.
Û Wezaretê bal kişand ku yên hatine pejrandin, ji yên taqîkirinên bizîşkî û yên govde û çandê di 21/2/2020an de ji wan re çêbibûn, despêkirina dewra wan ji ber bêtara Korona hat bidûrxistin.
Û Wezaretê lîsteyên navên kesên hatine pejrandin li ser malpera Hikûmeta Sûrî ya Demkî belav kirin, û eşkere kir ku divê ewên hatine pejrandin xwe bi cihên perwerdekirinê bigihînin, û dewre dê li deverên rizgarkirî dest pê bike û deh rojan bidome.
Û Wezaretê ji yên hatine pejrandin û li devera Til Ebyed rûniştine xwest, ku roja yekşembê 31/5/2020 katijmêr 9 sibehê li pêşiya baregeha polîs ya bajarê Ti Ebtedê (Dibistana Nesîbe ya Keçika) bin, û ji yên li Tirkiyê rûniştine xwest ku roja yekşembê 31/5/2020 katijmêr 9 sibehê li pêşiya dergehê sînorî yê Til Ebyedê bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî