Daxwiyaniyeke Rojnemevanî
Di nimûneyeke nû ji hovîtiya mezhebî, endamin girêdayî rêjîma Esed û milîsên Îranî yên terrorist, gora Xelîfeyê Umewî Omer Ibin Ebdulezîz kolan û sivkatî bi termê wî kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, vî karê hovane yê ku diyar dike ta çi radeyê kîna mezhebî li ba pirojeyê Îranî û destekên wê heye ta asta sivkatiya bi kesayetên dîrokî, şermezar dike, û daxwaza vegerandina tiştên jê hatine birin dike, û şûnde çêkirina guhartinên tê de bûne bê derngman.
Cîgehên ku nirxê wan yê dîrokî û olî heye û şûnwarên girîng bi dirêjiya salên borî de rastî armanckirina yekser û talanê ji hêla rêjîmê û mafiyayên mezhebî yên pê ve girêdayî hatine, lewra divê rêşûnên navdewletî yên vebir dest pê bikin, daku hîn bêtir binpêkirin û ziyan dermafê şûnwar û pêmayên mirovahî û olî yên Sûriyê pê dewlemend e çênebin.
Hevbendiya Niştimanî tekezîyê li ser girîngiya ku saziyên Netewên Yekbûyî di nav de rêxistina Yonisko ya perwerde û zanîn û çandê bi erkê xwe rabe dike, û tevaya şiyanên xwe li ser tevaya radeyan jibo gemkirina rêjîma Esed û rêxistinên Îranî yên terrorist, da careke din dijminkarî û destdirêjiyê dijî vê gencîneya dîrokî nekin.
Ji Civaka Navdewletî û Komelgeha Dewletên Ereb û rêxistina Hevkariya Îslamî tê xwestin ku berpisyariyê derbarê vê dijminkariyê hilgirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Fermandariya Ragihandinê û Pêwendiyan
29 gulan 2020