Encûmana Yekîtiya Ewropa, di daxwiyaniyeke xwe de duh pênşembê, anî ziman ku cezayên wê yên li ser berpisyarên rêjîma Esed yên ji sala 2011an de hatibûn ferzkirin, saleke din hatin dirêjkirin.
Û Encûmanê di daxwiyaniyê de got ku wê biryar daye da ew tevdîrên normal dijî rêjîma Esed saleke din dirêj bibin, û dema cezayan dê bighêje yekê hezîrana 2021an.
Û daxwiyaniyê bal kişand ku ew sizedan dê veberhênana di kartên aborî û darayî û bankî de asteng bike, û hawirdekirina alavên teknîkî û tiknolocî yên ku dibe li dijî sivîlan bikar werin qedexe bike, tevî qedexekirina warê pertolê.
Û sizayên Ewropî mezntirîn berpisyarên rêjîma Esed û yên xwedî saman û serkirdeyên leşkerî û yên xwedîbandor ên rola wan di serkutkirina sivîlan û pêkanîna komelkujiyan de heye li xwe digire, û hejmara yên daraya wan hatiye pûçkirin 273 kes û 70 dezgehin in, û sizedan nahêle ku yên navê wan di lîsta cezayên Ewropî de hatine herin dewletên Yekîtiya Ewropa.
Û di 7ê vê heyvê de Amerîka ragihandibû ku dê dema cezayên xwe yên aborî dirêj bike, di çarçoveya fişarên dijî rêjîmê jibo ku tevlî pirosesa siyasî bibe, daku bighînin çareya siyasî li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de Biryara 2254 û Daxwiyaniya Cinêvê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî