Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, anî ziman ku wêrankirina herdû bajarên Meeret Elnuhman û Seraqib û ewarekirina nişteciyên wê deverê, nimûneyeke eşkere ye ji pilana ku rêjîmê di helmeta leşkerî de, ya ji kanûna pêşîn ya 2919an ve dest pê kiriye heyanî adara 2020an, bi kar aniya.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe ya ku duh înê derketî de, cext kir ku wêrankirina bajar û gundewaran û ewarekirina nişteciyan û destdanîna ser malûmilkên wan, sê şêweyên sereke yên rêjîmê ne, pê kesên xwena guhartinê dîtine an daxwaza guhartina siyasî kirine ceza dike.
Û raporê diyar kir ku ewarekirina xelkê herdû bajarên Meeret Elnuhman û Seraqub bi pirosesa wêrankirinê ve girêdayî ye, jiber operasyonên wêrankirina bajar û bajarokan armanceke bi mebest bû, daku xelkê wan deveran, yan eware û riswa bibin, yan jî xwe radestî rêjîmê bikin.
Û raporê ne kêmtir ji 882 bûyerên dijminkariyê li ser destê rêjîmê û Rûsiya li Idlib û derdora wê ji 26 nîsana 2019an de ta 29 gulana 2020an belge kirine, 220 perestgehên olî, 218 navendên xwendinê, 93 xalên bizîşkî, 86 navendên berevaniya sivîl û 52 bazar di nav de hebûn.
Û raporê 30 êrîşên rêjîmê yên bi narincokên goşeyî birne ser devera Idlib û derdora wê di wê demê de tomar kirine, 27 jê li ser destê hêzên rêjîmê bûn, û ew êrîş bûn sedema kuştina 38 sivîlan, 18 zarok û 9 jin di nav de hebûn, 36 kes jî birîndar bûn, û hêzên Rûsî jî bi 3 êrîşan rabûn.
Û rapora mfnasî got ku ne kêmtir ji 4849 bermîlên teqîner ji balefirên rêjîma Esed bi ser devera Idlib ya bakurrojavayê Sûriyê de di wê demê de hatine berdan.
Û raporê bal kişand ku rêjîmê ji 26 nîsana 2019an de heyanî 29 gulana 2020an, ne kêmtir ji 21 êrîşên bi çekên şewitandinê pêk anîne, û ne kêmtir ji 7 êrîşên bi mûşekên mîxî, her weha bi çekên kîmawî jî êrîşek pêk anî.
Û raporê daxwaz ji Encûmena Ewlehî ya Navdewletî kir, ku biryarekê neçarkirinê derxe û nehêle rêjîm ewarekirina bikotekî çêbike û tewankarên wê li ser wî karî ceza bike, û li ser ferz bike ku pirosesa koçberkirina bikotekî rawestîne, û biryarek aşkere tê de hebe ku ji mafê yên ji neçarî derbiderbûne bi aramî vegerin malên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî