Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Sûrî bo karûbarê Kesên Girtî û Winda, Yasir elferhan, tekez kir ku derbarê danûstandina bi gelê Sûriyê re, tenê sitratîcîyek li ba rêjîma Elesed heye, ew jî li ser tundûtûjiyê ava dibe, û elferhan girtina hejmarek ji xwepêşandarên dijî rêjêmê li Elsiwêda, duh dûşemê, beşdar bûne şermezar kir.
Û Elferhan daxwaza şopandina rewşa girtiyan ji Saziyên Navdewletî kir, û tekez kir ku girtina dervî yasayê û bêserûşûnkirnên bi kotekî û kuştin û dadgehkirinên ne rewa, riftarên bingehî in li ba rêjîma Elesed ji destpêka ku Esedê bav dest daniye ser deselata Sûriyê ta niha.
Û got ku tiştê li Elsiwêda ta niha dibe, û girtina gêncên di xwepêşandanan de daxwaza kêmtirîn mafên xwe yên rewa kirine, tekez dike ku rêjîma Elesed rêbaz û şêweyê xwe di pêkanîna tewanên dermafê gelê Sûriyê naguhere.
Û hin çalakvanên siwêda eşkere kirin ku şaxên ewlehî û şebîhên rêjêîmê di operasyonên girtina xwepêşanderan de berdewam in, û hejmara wan îro sêşemê gihîşte 9 kesan.
Û alavin ragihandinê yên xwecihî gotin ku kesên girtî ev in: ” Rewad Sadiq, Beşar Tirabê, îhsan Nofel, Husam Mizhir, Sefwan Ubêd, Nasir Ezaam, Selman Ferec, Ebduruihman Birîk û Kerîm Elxetîb”.
Û Endamin şaxên ewlekariyê yên rêjîmê û şebîhên wê duh duşemê, êrîşên dijminkarî birin ser xwepêşenderên bajarê Elsiwêda, û bi zorê xwepêşendan ji hev belav kirin, û hejmarek ji xwepêşenderan girtin.
Û xwepêşenanên dijî rêjîmê li bajarê Elsiwêda derdikevin, daxwaza serbestberdana girtiyan û koçkirina rêjîmê dikin, her weha pêkanîna xwestekên şoerşa Sûriyê yên bidestxistina azadî û rûmetê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî