Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, tekez kir ku siyasetên rêjîmê û tewanên wê dermafê gelê Sûriyê, sedemên yekemîn û dawî yên aloziya aborî li welêt in, û daxwaza berdewamiya şoreşê kir ji bo bidawîkirina êş û kuştin û talankirina samanan yên ku rêjîm bûye sedema wan.
Ev helwest îro çarşemê di gotarekê di rojnama Elquds Elerebî de hat, yaku di bin navê ” Qanûna Qeyser û destpêka dawîbûna rijêmê.. bijardeyên bi wêrekî tenê dikarin azadiyê li Sûriyê pêk bînin” û El-Ebde tê de got ku êş û azarên gelê Sûriyê û têkçûna aborî li welêt, tenê navnîşanek jê re heye, ew jî siyaset û tewanên rêjîmê û kesên derdora wî ne, û tekez kir ku ew di ber her tiştên bûne û dibin de berpisyar in.
Û El-Ebde aşkere kir ku vê koma çeteyan şiyanên Sûriyê û aborî û pêşeroja wê radestî Rûsiya û Iranê kirin, û got ku ne tenê hişt ku gelê Sûriyê nirxê cenga wê ya dijî gel bide, lê hîn bi ser de pêşeroja welêt kir giraw di destê biyaniyan de, û barê tewan û nokeriya xwe tavêje ser milê nifşên tên, bêyî ku ti çirûskek hêviyê li aso diyar bibe.
Û cext kir li ser ku xistina samanên Sûriyê di destê çend malbatên gendel ji komçeteyên rêjîmê de, û ev zêdebûna gendeliyê di nav koma çeteyên hikumdar de, ji ber pê hest dibin ku rûxandina wan nêzîk bûye, û ew bû sedema hilweşandina aborî û rewş gihand vê asta xerab.
Û diyar kir ku bêtir ji 85% ji xelkê Sûriyê îro di bin hêla perîşaniyê de ne, û 11 milyon jî hewcedarî alîkariyên mirovahî ne.
Û got ku yasaya Qeyser îro ji bo parastina sivîlan û dorpêçkirina kujerên gel hat, û bal kişand ku yasa bercewendiyên vê koma çeteyan û şaxên wê û mezintirîn tewankarên wê armanc dike, û digehêje her yekî pişgiriya vê koma çeteyan di kuştinê de kiriye, çi dewlet bin, an sazî an kargeh an jî kes bin.
Û El-Ebde tekez kir ku keresteyên xwarinê û alîkariyên mirovahî û bijîşkî nakevin ber cezayên yasaya Qeyser de, da fişarê ji ser tevaya gelê Sûriyê sivik bike.
Û El-Ebde cext ki ku bikaranêna mafê redkirinê Vîto di Encûmana Ewlehiyê de ji bo parastina tewankaran vê carê sûde jê nîne, li hember yasaya Qeyser ya parastina sivîlan dike, û got ku vê carê mafê redkirinê nîne ku Rûsiya karê Encûmana Ewlehiyê paş bixîne, û yasaya Qeyser Rûsiya ji wê bandorê bêpar hişt, ji ber rola yasayê ya girîng di parastina sivîlan de.
Û El-Ebde anî ziman ku Sûriyê berî ku Be’is bi kotekî desthilatê ji hikûmeta rewa û hilbijartî û demoqrat bistîne dewleteka geş bû, û di pêşiya pir dewletan de bû, di warê mafê mirovan de, û wê demê hîn Amerîka kar dikir ji bo dana mafê rûniştinê di alavên veguhastinê de bê cûdahî, û Siwêsira nedihêşt ku mafê jinan di hilbijartinan de hebe.
Û dît ku şoreşa Sûriyê rêçeka siruştî û bijardeyeke pêwîst bû, da ev gel azadî û biryara xwe bi dest xwe ve bîne, û ji mafê wî yî siruştî ye ku jiyaneke azad û birûmet wek hemû gelên cîhanê bijî.
Û Serokê Hevbendiyê di gotara xwe de bal kişand ser ku heye cezayên dijî rêjîmê werin rawestandin, digel çareya siyasî li gorî biryarên navdewletî, tevlî ya 2254, ta gihiştina çareyeka siyasî ya berfireh ya penaberan vegerîne û mizgîniya nû-avakirina tiştên ku rêjîmê rûxandine bide.
Û daxwaz ji tevaya Sûriyan nemaze ji yên li deverên di bin kontirola rêjîmê de dijîn kir, ku bi raperîneke berfireh rabin, daku hemû tirajîdiyan bidawî bikin, û dît ku bijardeyên bi wêrekî dê hatina azadiyê bilez bikin, û roj li ser Sûriyê nû hilê, Sûriya azadî û rûmet û dadweriyê, Sûriya hukmê hişmendiyê, yaku tê de saman û xêrûbêra welêt li ser gel belav bibe, ne di destê yên talan dikn de be, Sûriya sivîl û demoqratîk ya ji hemû xelkên wê re. Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî