Saziyin Hawarçûnê yên Navdewletî biryara Encûmena Ewlekarî ya girêdayî Netewên Yekbûyî, derbarê vekirina xaleke sînorî bi tenê li şûna du xalên sînorî ji bo derbaskirina alîkariyên mirovahî ji Tirkiyê berve deverên rizgarkirî got: Ew dê bibe sedema mirinê û derdeseriyên 1.3 melyon Sûrî li deverê dijîn zêde bike.
Û Saziyên Hawarçûnê yên Navdewletî yên li Sûriyê kar dikin, di daxwiyaniyeke hevbeş de tekez kirin ku bi sedema derketina biryarê dê azarên sivîlan pir bibin, û gotin ku ” dê zehmetî li Bakurê Sûriyê bêhtir bibin, ji ber girtina damara jîndariyê ya di riya sînor re, û dijwariya gihandina alîkariyan ji bo derdora 1.3 milyon kesên xwe dispêrin xwarin û dermanê Netewên Yekbûyî yên di riya xalên sînorî re pêşkêş dike”.
Û daxwyaniyê got ku “niha gelek xelk nikarin alîkariyan bi dest xwe ve bînin, dê gelek kes jiyana xwe jidest bidin, û derdeserî zêde bibin”, û bal kişand ku ev derbeke têkbir e, bi tekezkirina ser yekemîn pêketina Covid-19 li Idlibê, devera ku jêrxaneya di warê tendurustî de bi awayekî mezin lewaz bûye.
Û wek redkirinekê li ser Vetoyê Rûsiya û Çînê, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, daxwaza avakirina mîkanîzmeke navdewletî dervayî çarçoveya Encûmena Ewlekarîyê kir, daku bihêle alîkariyên mirovahî bi şêweyekî hevseng û zelal bighêne hewcedaran.
Û Hevbendiya Niştimanî di civînên Desteya Giştî de, bal kişand ku ev Veto tekez dike ku hewcedariya Netewên Yekbûyî bi çakkirnên kûr hey, daku nehêle dewletên wek Rûsiya Encûmana Ewlekarî girêdin, û dê karîna dana biryarên gewherî yên girêdayî jiyana bi melyonan Sûrî lewaz bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî