Ji ber êrîşên rêxistina Dewleta Islamî li Îraq û Şamê “Daiş”, li ser devera Şingalê, Bi hezaran xelkên wê deverê koçber bûn û berê xwe dan deverên aram.
Ev koçberî hat piştî ku rêxistina Daiş êrîş kir li ser devera Şingalê ya ku tevaya xelkên wê ji ola Êzîdî ne, û îro 4-8-2014 koçberiyeke mezin di riya deryê Tilkoçer de çêbû, û koçber di bajarokê Girkêlegê yê bi ser herêma Dêrekê ve derbasbûn û berê xwe dan deryê Sêmalka da ku bighêjin parêzgeha Dihokê.
Welatiyên bajarokê Girkêlegê pêşwaziya bireyên xwe yên êzîdî kirin, li pêşiya nivîsgeha ENKSê civiyan û bi erkê xwe rabûn bi belavkirina nan û avê li ser koçberan.
Tê zanîn ku şandeke ji serkirdeyên pêşmergan serdana nexweşxaneya Dêrkê kirin ya ku hin birîndarên wan lê hebûn.
Jêder : Hevbendî