Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendî Û Desteya Dadiyê Dosya Bêserûşûniya Kotekî Dispêrin Bextê Cîhanê

September 28, 2014
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Hevbendî Û Desteya Dadiyê Dosya Bêserûşûniya Kotekî Dispêrin Bextê Cîhanê

Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî digel parêzer Emar Tibab birêvebirê dosya Bêserûşûniya Kotekî hevdîtinek bi çend Balyozên dewletên Erebî û yên Biyanî û di hevdîtinê de babetê Bêserûşûniya Kotekî û girtinê yên ko bûne ji pêşindeyên ketwara Sûrî wek ko ew li ser axivîn.

Herweha Elemîr doz li Netewên Yekbûyî kir bi giringiya “  Dubare vekirina nivîsgehên navnetewî  da çavdêriyê li ketwarê girtiyan bikin û rê li ber zordariya Esed bigirin, çimkî kesên girtî û yên bêserûşûn hejmara wan di civaka Sûrî de pir bûye û nabe ko cîhan ewan îro piştguh bike.”

Ji ber evê yekê gerek dewletên mafên mirovan destên xwe bêxin destên me de da bi yasayî jiyanê bidin girtiyên zindanan.”

Û piştî hevdîtinê digel Balyozên dewletan di kongirekî rojnamevanî de Elemîr got”Mixabin ko di sedsala 21ê de xelkên Sûrî doza mafê xwe di jiyanê û zanîna çarenivê  bikin, di heman çax de ko desthilatên cîhanê cirîdê di vekirina zanko û dibistan û peymangehan û lêkolînên zanistî de dikin, Dezgehên desthilata Esed sûr in li ser avakirina Girtîgehan û amade kirina gorên komel.”

Elemîr tekez kir ko “Dewletên cîhanê dikarin kuştin û girtin û Bêserûşûniya Kotekî, yên ko Beşar Elesed serperiştiya wan dike birawestînin, ko Nivîsgehên mafnasiyê û yên navnetewî yên taybet bi mijarên şopandina karûbarên Girtiyan bikin, herweha  beyketina dosya ew kesên ko bi kotekî hatine bêserûşûn kirin.”

Destnîşan kir ko “Serdana Kofî Enan şandeyarê Netewên Yekbûyî yê berê ji bo Sûriyê berî du salan, tev ko ew serdaneke pirtokolî bû, lê belê gelek Girtî, anko çendîn malbat, anko gelek zarok anko gelek diyardeyên derbideriyê rizgar kirin.”

Elemîr gotina xwe ya ji Balyozan re wisa bidawî kir: “Ew Şehîdê zindî-yê ko bi kotekî hatiye bêserûşûnkirin- ew kuştiyekî ku hîn nehtiye kuştin e,û birastî tawankariyeke mirovî ye, herweha çawa yê Girtî Leşkerê Nependî yê Şoreşa Gelê Sûrî ye, wisa Bêserûşûnê Kotekî ji Girtiyan bi xwe re ew Leşkerê Nependî.”

Devjêberdana desthilatên cîhanî ji Hevwelatiyên Sûrî yên ko Rêjîma Esed hemû cûreyên stem û zordariyê di dermafê wan de dike, û ew kirine hejmarek di serjimariyê de an jî di ragihandin û agahnameyekê de, ev tiştekî şerm e, û ne babetî civakekê ye ko rewaya mafê mirovan tê de serdest e. ji ber wilo gerek e fişarên xurt li ser Rêjîma Esed bên kirin, da Girtiyan berde û dosya wan bi tavayî aşkere bike, wek pêngavekê pêşîn ji bo arîşeyên Girtî û siyasî û hevwelatî û mirovên Sûrî çareser bikin.”

Herweha parêzer Emmar Tibab Serokê dosya Bêserûşûniya kotekî di axaftina xwe ya di kongirê Rojnamevanî de got: “Di navbera siyaset û cengê de me mirov jibîr kir û gerek e em rêza wî lê vegerînin. ”

Raporta ko Desteyê derxist û navê Sepeta Reş lê kir destnîşan kir ko bêtir ji 60 hezar windayî hene û nêzîk 53,522 veşartî li Sûriyê hene ji nav wan 6722 kes hatine tune kirin û ji wan 1348 Zarok û 1511 Jin hatine kuştin.

Got: “Sûriyê ne dewleta yekem e ko hevwelatiyên wê Bêserûşûniya Kotekî dibînin û ne ya dawî ye lê belê a yekem e ko civakek bi tekûzî têde winda dibe, û ev rewş dîdevanin ko nêzîkî herêmên Wadî Eldeyf li Idlib wek nimûne tekez kirine, xelkên herêminan bi tekûzî ji aliyê hêzên Esed ve hatine desteserkirin,  bê ko delîveyê bidin mirovên wan da wan bibînin an tiştekî li ser çarenivîsa wan bizanin.”

Û ji nimûneyên Bêserûşûniya Kotekî ya yazdehezar  kes e, ko cihanê li gora wêneyên ko raporta Sîzer tekez kir, ya ko tu biwarê di gumanê de nahêle ku Rêjîm berpirsiyar e, lê mixabin cihan bêdeng ma. Beraber jî gava ko pêdivî bû beraberiya Daiş bikin, me dît çawa civaka navnetewî bi ser de hilbû, mijara ko durûtiya wan dide xuyakirin, çavên xwe ji tawankarê bingehîn digirin yê ko rêkxistina Daiş berdewamî bû ji tawankariyên wî re yê ko cihanê biryara bêdengiyê dermafê wî da.

Herweha Tibab got: yek ji durûtiyên siyasî ya cihê mendehoşiyê ye,

Civaka Navnetewî hewl dide ko behaneyekê bibîne di riya bêserûşûniyeka kotekî  da biryara navnetewî li Sûriyê cîbicî bike, û ew rewşa rojnamevanê Emerîkî Cêmis Folî ye, yê ko nûçeyan kuştina wî ji aliyê rêkxistina Daiş ve heftiya çûyî ragihand û ew yê ko dawiya sala 2012an hatibû girtin an ko berî  rêkxistina dewleta islamî hebe.  

cihan li ser mijara 11 hezar kesan bêdeng ma tev ko (Raporta Sîzer) tekez kir, ev dide xuyakirin ko li cihana me regeza mirov buhayê wî destnîşan dike, ew ya ko mirov dike pêşberî tirazûyeke stemkar ya ko dibêje 11 hezar Sûrî li himber yekî Emerîkî ne.” û serokê dosya Bêserûşûniya Kotekî gotina xwe wisa bidawî kir: “Tu dîrok nîn e ko em ji evê tawankariyê re li Sûriyê bikin rojbûn, lê em bi hêvî ne ko em ewê roja bidawîkirina wê binivîsînin, ew roja ko rûmeta mirov lê vegere.”

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Tebab: Di Navbera Siyest Û Şer De Me Mirov Ji Bîr Kir Û Pêwîst e Rêzgirtina Mirov Lê Vegere

Tebab: Di Navbera Siyest Û Şer De Me Mirov Ji Bîr Kir Û Pêwîst e Rêzgirtina Mirov Lê Vegere

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.