Daxuyaniya dawî ya kongirê duyem ê Dîdargeha Hunur ya Sûrî ” Cizûr” ev hevdîtina hevrêzî di navbera çalakvanan û Hevbendiya Niştimanî Sûrî de wisa salix da. ” Gaveke di riya rast de ye, û mikuriya bi pêwistiya aktîvkirina tevgera sivîl û piştgiriya hevbeşiyê di stendina biryara siyasî de, ji ber ketwariyê tekez kir ku dûrbûna ji hevbeşiyê di stendina biryarê de, dûrî beşdariya bingeha gelerî û sergirdeyên meydanî yên sivîl û leşkerî, ji bo avakirina dewleta dadmendî û yasayê ku Sûrî ji bo wê derketin gavek bêkêr e “.
Daxuyaniyê zêde kir: ” Em nabêjin ku dernegiyek di van gavan de tuneye, lê gihandina dereng ji negihandinê baştir e. Em îro li vir in ji bo şikandina pûtê ramanî yê rejîma Esed çêkiriye, û bi Rikberiya Hinder û Derve binav kiriye, ji ber niştimanperwerî bi cih nayê pîvan, lêbelê bi tiştê ku hemwelatî ji welatê xwe Sûryayê re pêşkêç dike. Berpirsyarî giştî ye, divê erk bibin yek û di riya rast de bi rê ve herin. Dema Sûriyan ji xwînê ye, û bendewarî bi kêr nayê”.
Kargêriyên di dîdargehê de lidar ketin sê xalên sereke gotûbêj kirin, tê de giringtirîn pirisgirêkên ku bi şoreşa Sûrî ve girêdayî ne guftugo kirin, ew jî guhertinên herî xwedîbandor in di derengkirina dûlabê şoreşa Sûrî tên dîtin. Ev xal ev in: Helwest ji Hevpeymaniya navdewletî dijî rêxistiana ” Daiş”, lêkolîna awayê pêşxistina karê saziyên hêzên şoreşgerî ên Sûrî û peywendiya hevgirêdanê di navbera wan de, herweha awayê aktîvkirina tevgera sivîl li hindirê bajrên Sûrî. Komîtin şopandinê ji hêla beşdaran ve bo çavdêriya li ser bicîanîna van pêşiniyaran hatin hibijartin: beşdaran ji Civaka Navdewletî xwest ku lêdana ” Daiş” tenê nebes e, lê pêwistî bi lêdana rejîma Esed jî di heman demê de heye, ji ber Esed bingeha pirsgirêkê û jêdera tirorê ya rastîn e, û paşguhkirina Civaka Navdewletî ji lêdana Esed û rûxandina rejîma wî ne li gor istiratîjiya rastîn ji şerê tirorê re ye. Dibe ku lêdana ” Daiş” tenê sedemek dî ji geşbûna tirorê re be. Şerê tororê tenê bi piştgiriya Artêşa Azad, û şerê hemû milîşiyên tirorist yên ji derve û hinder e ku piştgiriya rejîma Esed di bêdengkirina vîna gelerî ye. Beşdaran tembîniya bidawîkirina lîste û yasayên karê Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê kirin. Herweha danîna awa û rêbazên guhertina endamên Hevbendiyê bi rengekî hêdî, firehkirina hevbendiyê bi rêjeya sêyekê û danîna pîvanan ji hêla çalakvanên li hundur bo endametiya xwe, û li ser pişikdariya jinê di vê berfirehkirinê de. Herweha beşdaran tembîniya kar bo belavkirina ramanên Civaka Sivîl bi hemû şêweyên li berdesta û tekezkirina taybetmendiya Civaka Sivîl, û giringî û bêlayeniya wê kirin, û ji saziyên şoreşê yên siyasî xwestin ku bernameyekê bo ku saziyên civaka sivîl yên hewcedarî zelaliyê ne çavdêriya van saziyan bikin. Herweha bo peydakirina nerînek pêşerojî ji yekirina karê civaka sivîl di bin yek navî de”.
Serokê hevbendiyê Hadî Elbehre di gotinekê de di vekirina kongir de tekez kiribû:” Têkbirina rêjîma Esed û û biserketina pirojeya me ya şoreşgerî ku armanca wê avakirina dewleta niştimaniya nûjen e, ji pabendiya bi yekîtiya vî gellî di riya tekezkirina li ser silogana şoreşê ya sereke (Milletê Sûrî Yek e) destpê dike, ji ber Sûrya ji hemû Sûriyan re ye, wê ne ji netew, regez, û rêbazekê tenê re be”.
Behra zêde kir: ” Gelemşebûna tunebûnê ew e ya ku îroj welat tê de dijî, ta Sûrya bû cuxrafiyek vekrî , kesên ji welatê me biyan tê de bo parastina berjewendiyên welatên xwe şer dikin, kesên biyan ji peyrewên milişiyên milîperest, biryara çarenûsa me didin, û xaka me wêran dikin”. Herweha Behra got: ” Şam niha paytexta me ya di destê van milişiyên regezperist dîlkirî ye, Cezîra me girtiya di destê linavhevketiyên erdê, çeteyên asoyan e, û em li dawiya derya û erdê derbederin, li welatên xelkê penaber in, balefirxane me diqewitînin, bajar me ji kolanên xwe diqewrînin, dewletin kêmasiyê dikin, û hinek bira di dema ku em li ber deriyê zivistanê me bêhêvî dihêlin, tenê em dikarin millet û hikûmeta Tirkî spas bikin, ev welatê ku bi qedr û qîmet pêşwaziya Sûriyan kir”.
Behra tekez kir: ” Mercên biserketinê ew in, pabendiya bi armancên şoreşê wek ku hebûn, û karê dilsoz dûrî berjewendiyên kesayetî û milîperestî û partîtî ye. Divê em ne tenê rexnê li şaşiyan bikin, lê em bi hev re bo serastkirina wan kar bikin. Hûnê bibînin ku Hevbendiya Niştimanî deriyê wê bo herkesî vekiriye da ku beşdariyê di hilgirtina berpisyariyê û karê ji dil bo parastina welat û şoreşa vî milletê gewre bikin”.
Behra ji kesên li kongir amade bûne re diyar kir: ” Em ji dil û can bo pêşxistina karê Hevbendiyê, çaksaziya bingeha rêxistinî, û serastkirina karê siyasî û hikûmî kar dikin, herweha em bi şêweyekî ji dil û li gor karînên xwe bo vegera Hevbendiyê bo hundurê Sûrî kar dikin da em bi êşa kesên xwe re bin,û hemû alîkriyên xweragirtinê ji wan re pêşkêş bikin “.
Di dawiya gotina xwe de Behra got: ” Ez ji we hêvî dikim hûn pêşiynyarên xwe pêşkêş bikin, hûn xetîreya vê şoreşê ne, çêkerên pêşeroja vî welatî ne, bi we û tenê bi nerînên we – ên ku wê ji alî me de cihê xwendin û guhdanê bin – û bi hev re em ê çirisandina şoreşê lê vegerînin, em ê bi hev re bigihên perava serkeftinê, Sûrî niha hewcedarî hemû zariwên xwe ye, divê biser bikeve, eger xêrnexwaz nehêlin jî “.
Jêder: Hevbedî