Piştî dabînkirina beşekî baş ji nirxê kêmaniyên di parepêdanê di bernamyê Xwarinê de, Programê Xwarina Cîhanî biryara rawestandina alîkariyan bo 1,7 milyon penaberê Sûrî helawîst. Îlzabêt Pêrêz peyvdara bi navê programê xwarinê -kampîneyek li ser malperan roja çarşema bûrî ragihand têde got ku ew diravên ji alîkariyan re hatine ji kes û kompanî û Hikûmetan sêyek ji pêwîstiyên vê heyvê pêk tîne, û da xuyakirin ku di 24 demjimêrên bûrî de bêhtir ji 10 hezar xwebexşan alîkariyên darayî bo program pêşkêş kirine. bi vê çendê Nesir Elherîrî sekertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî got ku:” bizav û hilmetên gelêrî yên Rêxistinên Civaka Sivîl bo parapêdana Bernamê Xwarina Cîhanî, tişteka bi rûmete û nîşana hindê ye ku tenê gel di hastên gelan têdigihin, nemaze ku dewletên dost heta niha hîç bizavek nekirine bo piştgiriya pirogramên Netewên Yekgirtî yên palpişt bo penaberên Sûriyê”. û Îlzabêt Pêrêz ji ajansa rojnamevaniya Firensî re da xuyakirin ku hêjî pêwîstiya Programê Xwarinê bi 42.5 milyon dolarê yedek heye, jibo bikaribin mezaxtiyên belavkirina alîkariyên xawarinê dabîn bikin heta dawiya vê heyvê, ku ji diravên kirîna xwarinê bo 1,7 milyon penaberê Sûrî li Libnan û Urdin û Tirkiya û Misrê pêk tên. Têzanîn ku hê jî kampaniya komkirina alîkariyan bi rêka malperan berdewam e, li jêr navê “Her Dolarek Jiyanek e ” bi piştgiriya denbêj Eloy Bilak xudanê strana ” Min Dolarek Divê” di sala 2010 an de, û Pêrêz da xuyakirin ku nêzîkî 4 milyon sûrî di hundur de wê parên xwarinê bistînin di vê heyvê de ji ber ku ew xwarin hatiye kirîn û berdest e, lê herger parepêdana pêdivî nehat wê ji alîkariyan bêne bêparkirin di heyva reşmeha bê de. hêjayî gotinê ye ku ev helawîstin hat piştî encamdana çendîn bangewazî û bizavên siyasî yên Hevbendiya Niştimanî, ku serdana duhî ya Hadî Elbehra serokê Hevbendiyê digel şandeka Fermî bo Danîmark , ku têde daxwaza alîkariyan ji Hikûmeta Danîmarik kir “pêşniyazkirina doseya alîkariyên pêwîst bo Bernamê Xwarina Cîhanî, da alîkarî bo 1.7 milyon penaberê Sûrî di heyva bê de neyên rawestandin û bo dagirtina kêmaniyên darayiya Program”, herwiha Elbehra daxwaz kir bi “pêşniyarkirina vê mijarê di civînên wezîrên derve yên Ewropî de, yên li Biroksêl di nîva vê heyvê de”. hêjaye ku Elherîrî daxwaz ji dewletên Erebî kir, ku bi” “erkên xwe rabin, namaze ku ketwarê milmilaneyên siyasî rêgirin li pêş gihiştina banga penaberên sûrî bo guhên Civaka Navdewletî”, û got:” ku rawestandina alîkariyan bo 1.7 milyon penaberî, zêdebarî biryara Netewên Yekgirtî derbarî kêmkirina alîkariyên mirovî bo penaberan, berpirsyariyek mezintir têxe li ser milê birayên me yên dewletên Kendava Erebî,herwiha ku lezkirinê di alîkarîkirina jin û zarokên bûne qurbaniyên tawankariya Esed û hevrikiyên siyasî di deverê de, erkekî zagonî û rewiştî ye, nemaze ku serma zivistanê û pencên birçîbûnê rehmê li kesekî nakin, û heroj bi dehên zarok û dayîk û bavan nexweş dikin û dikujin”.
Jêder:Hevbendî+Elcezîra