Şandeyek ji Hevbendiya Niştimanî bi serokayetiya sekertêrê wê Nesir Elherîrî ligel Encûmena leşkerî û Ehmed Tu’ima Serokê Hikûmeta demkî civiyan. û li gora daxuyaniya Encûmena leşkerî, kombûyan di wê civînê de “tawanên rêjîma Esed û komlkujiyên vê dawiyê yên rêjîmê li Reqa û der’ayê, ku bêhtir ji 300 sivîlî bûne qurbanî, tevlî tawanên mîlêşayên Hizibulaha terorîst li dijî Sûriyan, nemaze li dijî penaberên li Libnanê” şermezar kirin. herwiha daxwaza “dubarekirina gihandina alîkariyên mirovî li navçeyê dorpêçkirî û penaberên li Libnanê” kirin, û di heman demê de matmayîna xwe li hember “rawestandina alîkariyan” diyar kirin, û bi hev re tekezî li ser rêxweşkirina karê Hikûmeta demkî di rajedariya Sûriyan de kirin.
Jêder: Hevbendî