Hevbendiya Niştimanî Sûrî dixwaze hevdîtineke şêwirdarî Niştimanî di navbera Firakisyon û Şepêl û Kombendên Sûrî yên Şoreşger de lidar bixe, bi amanca dubare-xwendina ketwariya meydanî û vekolîna destpêşiyên li ser asta Herêmî û Navdewletî dibin bikin.
Nesir Elherîrî Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî got”Eger em bixwazin beraberiya metirsiyan bikin gerek em Dezgehên bihêz û hevûdugirtî ava bikin, û gerek pevgirêdaneke rastîn di navbera Dezgehên leşkerî û siyasî de hebe.”
Elherîrî ji hêzên Şoreşger yên di meydana leşkerî de kar dikin doz kir “gerek yek dest bin û li pey serpereştiyeke yekgirtî û li bin sîwana Hevbendiyê karê xwe bikin.” Emîndarê Giştî tekez kir ko”Gerek hemû hêzên siyasî Şoreşgerî digel hevûdu rûnên û li hev guhdarî bikin li ser tiştên hevbeş li hev bikin da ber bi çareseriyan ve biçin.”
Elherîrî gelek civîn û hevdîtin li bajarê Xazî Entab evê Hefteyê kirin, serdana Nivîsgehên çend tevger û partî û aliyên siyasî kir, digel ku bi Serpereştiya Erkan û hin hêzên leşkerî û desthilata demkî re jî rûnişt, Elherîrî bal da kartêkirina rola Desthilata Demkî di xizmeta milet de li gora planeke nû û awayên cîbicîkirinê yên kartêker.
Jêder: Hrvbendî