Tora Sûrî ya Mafên Mirov raportek li ser navendên girtinê yên nependî derxist û têde diyar kir ku hejmara girtiyan zêdetir ji 215 hezar kesî ye û çarenivîsa bidehezaran hêjî nediyar e. û dazanîn ku desthilatê her ji destpêka sala 2012an hin avahî û dibîstan û yarîgehên werzişê xistine navendên girtinê yên nehînî, ji egerê kiryarên berfereh yên girtin û desteserkirin û revandinê ji aliyê hêzên Esed û Mîlêşiyayên hevalbendên rêjîmê, herwiha hin zevî jî kirine baregehên girtinê wek baregehên Naziyan û Sitalînnizmê, û li gor heman raportê ku baregeha Dêr Şimeyil li Hemayê mezintirîn navenda girtina sivîlên Sûriyê ye. Herwiha Tora navborî- ya navenda wê li lendonê ye- tekez kir, ku hejmara girtiyan ji 215 hezar kesî derbasbûye, û navên derdora 110 hezarî ji wan di lîsteyên lêgerînê de li ser tora Enternêtê hatine. û got ku ew navendên girtinê yên nehînî li jêr destê mîlêşiyayên xocihî de ne, yên navê Artêşa Bergiriya Niştimanî li xwe dikin, û li gor heman raportê , desthilatên rêjîmê rê ji van milîşiyan re xweş kirine, bermber ku kiryarên biserdegirtin û şer û tirsandina xelkê li navçeyên serhildan li dijî Esed kirine bikin, herwiha di raportê de û li mawê sê heyvan bi tenê, kuştina nêzîkî 2500 kesî li ordîgehê hatiye dîkomînt kirin û di nav wan de nêzîkî 250 zarok û 400 jin hene, û amaje kiriye ku gelek caran xelkên navçeyên dorûber, term li ser riyan dîtine, û li ser leşê wan şûna eşkence û şêwandinê diyarin. û di raportê de dîdevaniyên hin girtiyên berê hene ku behsa hûrgiliyên kiryarên eşkencedanê dikin, wek lêdana bi xurtayî û helawîstina bi dest û piyan bi zincîran bi banî ve û bêparkirin ji çareseriyê heta mirinê, zêdebarê kiryarên neçarkirina kesûkarên girtiyan bi dana tebabak dirav beramber azadkirina wan. û têde serborên hin kesên azadkirî hatine ku armanca serekî ji avakirina van girtîgehan cêbicêkirina kiryarên eşkencedanê yên Hovane ye, bi şêweyekî hovanetir ji eşkencedanên li baregehên ewlehiyê dibin û bi behaneya (tevlîbûna rêxisinên olî), tevlî komkirina kujmên diravan yên mezin ji sivîlan di girawa girtiyan de, û gotin ku derfeta mirinê di van girtîgehan de mezintir e ji derfeta rizgarkirinê, ku Tîma Tora Sûrî ya Mafên Mirov di çendîn salên lêgerînê de bitenê azadkiriyek ji ordîgeha Dêr Şimeyil dît.
Jêder: Hevbendî+ Elcizîre