Duh li Berlînê paytexa Elmaniya kongirekî navnetewî hat lidarxistin û têde qeyrana mirovahî li Sûriyê hat gengeşekirin û Netewên Yekgirtî daxwaza pêşkêşkirina 8.4 milyar dolar ji bo sala 2015an kir, da alîkariya nêzîkî 18 milyon Sûriyên di hindur û derveyî Sûriyê de bikin. herwiha ragihand ku di sala 2015an de wê pêdivî bi 2.9 milyar dolar bo alîkariya 12.2 milyon kesî di hundurê Sûriyê de hebe, û 5.5 milar dolarên din bo alîkariya Sûriyên aware li dewlatên cîran mîna Libnan û Urdin û Tirkiyê. û piştî bi dawîhatina kongir û li ser pirsa kesên dibêjin ku ev kujmekî mezin e, Entonyo Gotîrîs serokê komisyona bilind ya penaberan bo rojnamevanan bersiv da û got ” Nayê bîra min ku parastina nirxê cûreyekî pereyan di bankeke navîn de kêmî vî tibabê pereyan lê çûye”. û got ku:”şerê lidar xirabtir dibe û dibe sedemê dirêjiya qeyrana mirovî, û amaje bi nemana dahat û samanên penaberan kir, û herwiha ku dewlatên mêhvandar jî gihiştîne sînorê şikestinê”. ji aliyê xwe ve Firank Falter Ştaynmayir wezîrê derve yê Elmaniya di kongir de, hişyarî da ku kirîza mirovî li Sûriyê û li dewletên cîran gefe li ser tevaya ewlehiya deverê, û gaziya Netewên Yekgirtî dît, ku bangewaziyek e bo tevaya dewletên Cîhanê, û amaje bi beşdariya welatê xwe di alîkariyan de kir. hêjaye ku berî çend rojekî Valîrî Amos rêxera karûbarên lezgîn di Netewên Yekgirtî de, di kurte-pênasînekê de ya pêkêşî Netewên Yekgirtî kir û têde hatiye ku çi karekî hovane nemaye û li Sûriya nehatiye kirin, û balkişand li ser bilindbûna hejmara kuştiyan her ji reşemeha sala par de ku 100 hezar kes bûn, lê di dema niha de bûye 200 hezar şêhîd, û herwiha hejmara birîndaran Milyonek derbas kiriye, û ev hejmar bixurtî bilind dibe, û da xuyakirin ku pêdiviya 12.2 milyon sûrî bi alîkariyên xwarinê yên lezgîn heye, ku nîvê serjimêriya Sûriyan e, yên aware û penaber bûyîn bo navçeyên derdor û li dewlatên Cîran, ku hejmara awareyên di hindur de 7.3 milyon Sûrî derbas kiriye, û yên li derveyî welêt gehiştiye bêhtir ji 3 milyon kesî, û Amos balkişand ku jin û zarok di baredoxên xirab de dijîn, û li ser astê Cîhanê di nav her pênc penaberan de yek ji wan Sûrî ye.
Jêder: Hevbendî+ Wekalat