Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Gotara Dr. Xalid Xoca bo gelê Sûriyê

January 17, 2015
in Daxwiyanî
Reading Time: 7 mins read
A A

 

Xalid Xoca

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

18 Rêbendan 2015

Gelî birayên Sûrî

Silav li we li her cihekî û li jêr her stêrekê

Silav li Sûriya.. bihemû mirov û navçe û jin û peya û pîr û zarokên xwe ve,

Silav li şervanan di senger û çeperên rûmet û qehremaniyê de

Silav li xelk û birayên me di navçeyên dorpêçkirî de…yên êş û azaran dikişînin ji hovîtiya rêjîmê û baredoxên dijwar..û ji neçariya dost û hogiran.

Silav li xelkên me yên xoragir li navçeyên şoreşê..yên li jêr dojeha bombebarana firok û bermîlên mirinê de dijîn, ji Der’a û Qoniyêtira heta bi Xota Şamê û gundewarên wê û heta bighêje Qelemon û Humis û Hema û Heleb û Idilibê, ku ji ne tiştekî jiyareke nû diafrînin, û zîrekiya mirovê Sûrî diyar dike, û şiyanên mirovê Sûrî li ser dahênanê û sûrbûna wî li ser serkeftinê dupat dike.

Silav li xoragiran di wan navçeyên li jêr kontrola terora DAÎŞê de, ji Reqa û Dêrazorê yên ku baweriya wan bi azadî û rûmetê sist nebûye û çaverêyên serkeftinê ne.

Silav li penaberan di kampên berxwidanê de, yên tehliya jiyanê dikişînin li bin siha dijwariya siruştê û bêkarîna kesûkaran û bêhêvîbûna bi Civaka navdewletî, silav bo wan kesên li welatên bêganiyê yên ji dil û can welat û miletê xwe ji bîr nekerine.

Silavan li giyanê Pakrewanên comerd û fîdakar dikin û daxwaza çakî û saxiyê ji nexweş û birîndaran re dikin.

Gelî Sûriyan; Em di Hevbendiya Niştimanî de dest bi pêvajoyeka nû dikin, herwiha em bi giranbariya dozê û baweriya hêzên şoreş û rikberiyê haydar in..yên çaverê û li benda Hevbendiyê ne ji bo çêkirina guhertinên rasteqîne.

Em bihêvî ne ku emê di cihê baweriyê debin û li gor berpirsyariyê bin, û em sûrin li ser hindê û daxwaza piştgirî û baweriya we dikin, û sozê didim ku Hevbendî dê li we vegere, da bibe dezgeheka niştimaniya giştgîr, ji ber ku ev dezgeh wê neaktîv be û nebisaw be, dema ku li rex Sûriyan de ne birêz be, heger em ne li dora wê bin bi  alîgerî û piştgirî û bi pişkdariyê.

Ez sozê didim we ku qûnaxa nû wê nû be bi hemû raman û wateyan, wê ji we destpê bike, wê pabend be bi nêrîna we û dê daxwazên we bicî bike, tiştên bi dilê we bin wê erê bike û tiştê hûn ret dikin wê ret bike, ji bo pêkanîna yekemîn diruşma Şoreşê “Gel dixwaze”, û em pabendin bi vîna gel.

Gelî Sûriyan..

Li pêş we sûnd dixiwim û bi zimanê we tevan bo cîhanê dibêjin:

Ku rêjima çewisandin û tawankariyan ya zal li ser Yasimînên Şamê wê birûxe her wek yên berî wî ji rêjîmên stem û zordariyê çûn, ew sêkeratên xwe yên dawiyê dikişîne tevlî anîna çeteyên milîperest û patexwer û dizekan ji her cihekî li cîhanê bo kuştina milet .

Herwiha em rê nadin dirêjkirina temenê rêjîmê û dubare berhemhênana wê li jêr çi alayekî û çi diruşmekî, ji ber ku kiryarên kuştina gel û wêrankirina welatê me tenê bi rêka bidawîkirina rêjîma zordest naraweste, û tu çareseriyeka Siyasî  bê çûna serê rêjîmê û desteka wê ya tawankar çênabe.

Em rê nadin ku xapandina armancên şoreşê bibe di çi destpêşxeriyekê de bo pêşniyazkirina dîtina çareseriyeka siyasî ya danustandinê de, û danûstandin ne armance û bitenê alaveke bo pêkanîna radestkirina desthilatê bo gel.

Gelî Sûriyan. ji bo me tevan xuya bû, siroşta siyasetên arastî weletê me dibin û rastiya helwestên sercem alî û hêzan xuya bûn, ji doza rûmet û azadî û mafên me, û dîtir pêwîstiya şiroveyek mezin pir wirdekariyan tuneye.

pirojeyê me yê şoreşgerî û niştimanperwerî ji bo dewleteka şaristanî, li ser Civakeka Sivîl û azad ku têde hemû sûrî bi wekhevî û dad û piralîbûnê şad bibin ava dibe, li jêr sîbera jiyaneka destûrî û serweriya yasayê, ya ji bona wê lehengên me jiyana xwe qurban dane , ku ji bilî me kesek dabîn nake û kesek ji bilî me sebrê ji bo wê nakişîne..

Di vê çarçoveyê de; Ez daxwaza yekrêziya sercem hêzên şoreşgerî yên şervan dikim, û hemhengiyê digel wezareta bergiriya Hikûmeta demkî bikin, wek yekemîn pêngav bo bidezgehkirina artêşa niştimaniya Sûriya ya ayinde, û ez daxwaza pabendiyê bi miyanrêbûn û navînrewiyê ji hemû têkoşeran di sercem aniyên şer de dikim, û xwe ji tundrewiyê dûr bikin li ser binyatê al û diruşmê niştimaniya Sûrî, ya ku herdem ji nirxê fikirê Îslam û Mislimanên Sûrî ye, ku pêvajoyeke negor e bo kar û reftar û pêwendiyên wan digel xelkên welatê wan.

Ji her kesî dixwazim..piştgiriyê bidin serkirdayetiya Hevbendiyê bo yekirina hêzên şoreşê, bo bikaribe destpêşxer bibe di pêkanîna armancên siyasî û leşkerî û xizmetguzarî û pêdawîstiyên hawarhatinê di paşerojê de. herwiha wê sing û dergehê Hevbendiyê vekirî be bo her rexneya bo rastkirina rê û mukimkirina hêz û şêwermendiyê.

Gelî birayên li cebel Elereb û Cebel Elşêx û li Selemiyê û Misiyaf û Tertûs û Laziqiyê,

Gelî Kirstiyan û Mislimanan û sercem ol û ayînan,

Gelî Ereb û Kurd û Turkemen û Siryanan,

Gelî Aşûrî û şerkes û Ermeniyan,

Gelî tevaya Sûriyan..

Wê Sûriya newek Sûriya caran be, wê bi we be, hûn xudanên vî welatî ne bav û bapîrên we şehîdên serxwebûna wê bûn û îro zarokên we ji bo azadiya wê şehîd dikevin, kesek nîne ji bilî we ji bo avakirin û geşkirina wê, û welat bang li we dike û ji we dixwaze bo hûn bi rola xwe rabin di çêkirina paşeroja wê de, û em rê nadin ku tawanên rêjîmê di nav pêkhateyên milet de kîn û tirsê biçînin,û “kesek di ber gunhê kesekî din nahête sizedan” û bitenê tawanbar wê ji Sûriya paşerojê bitirsin.

Herwiha ez bo wan kesên rêjîmê  ew xapandine û hin ji wan kirine leşker bo bergiriya rêjîmê, bo wan kesên xwe kirine serbaz bo bergiriya gel û welat bikin, lê xwe dîtin ku ji bo kujeran dimirin, dibêjim:

Ma dem nehatiye hûn şiyar bibin?! Rêjîma kujer hîç paşerojek nîne, paşeroja we di nav me deye û digel şoreşê ye.

Gelî birayên Sûrî..

Em ji ola xew fêr bûne ku kesê sipasiya mirovan neke ew sipasiya xudê jî nake, lewra bi navê we hemûyan ez rêz û hurmetê ..arasteyî her yekê ku alîkariya gelê me kir û destê xwe bo me dirêj kir, yan ji bo şoreşa me qenciyek kiribe dikim, Ez sipasiya Milet û Komele û kesan dikim, Sipasiya Hikûmet û rêberan dikim, sipasiya dewletên bira û dost dikim.

Bi taybetî sipasiya gel û dewletên cîran û serkirdayetiyên wan dikim li ser hilgirtina bargiraniya Milyonên welatiyên Sûrî yên li rex birayên xwe bûn mêhvan.

Gelî tevahiya kesûkarên min yên li Sûriyê..sebir û hedarê bikşînin û serkeftin hedara demjimêrekê ye.

Serkeftin ji wê şoreşê re ye, ya ku gelê wê ji serkeftinê pêve napejirîne.

Silav û dilovaniya xudê ji we re be .

 

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Şer li Bajarê Hesekê Berdewam e

Şer li Bajarê Hesekê Berdewam e

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.