Xalid Xoca
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê
18 Rêbendan 2015
Gelî birayên Sûrî
Silav li we li her cihekî û li jêr her stêrekê
Silav li Sûriya.. bihemû mirov û navçe û jin û peya û pîr û zarokên xwe ve,
Silav li şervanan di senger û çeperên rûmet û qehremaniyê de
Silav li xelk û birayên me di navçeyên dorpêçkirî de…yên êş û azaran dikişînin ji hovîtiya rêjîmê û baredoxên dijwar..û ji neçariya dost û hogiran.
Silav li xelkên me yên xoragir li navçeyên şoreşê..yên li jêr dojeha bombebarana firok û bermîlên mirinê de dijîn, ji Der’a û Qoniyêtira heta bi Xota Şamê û gundewarên wê û heta bighêje Qelemon û Humis û Hema û Heleb û Idilibê, ku ji ne tiştekî jiyareke nû diafrînin, û zîrekiya mirovê Sûrî diyar dike, û şiyanên mirovê Sûrî li ser dahênanê û sûrbûna wî li ser serkeftinê dupat dike.
Silav li xoragiran di wan navçeyên li jêr kontrola terora DAÎŞê de, ji Reqa û Dêrazorê yên ku baweriya wan bi azadî û rûmetê sist nebûye û çaverêyên serkeftinê ne.
Silav li penaberan di kampên berxwidanê de, yên tehliya jiyanê dikişînin li bin siha dijwariya siruştê û bêkarîna kesûkaran û bêhêvîbûna bi Civaka navdewletî, silav bo wan kesên li welatên bêganiyê yên ji dil û can welat û miletê xwe ji bîr nekerine.
Silavan li giyanê Pakrewanên comerd û fîdakar dikin û daxwaza çakî û saxiyê ji nexweş û birîndaran re dikin.
Gelî Sûriyan; Em di Hevbendiya Niştimanî de dest bi pêvajoyeka nû dikin, herwiha em bi giranbariya dozê û baweriya hêzên şoreş û rikberiyê haydar in..yên çaverê û li benda Hevbendiyê ne ji bo çêkirina guhertinên rasteqîne.
Em bihêvî ne ku emê di cihê baweriyê debin û li gor berpirsyariyê bin, û em sûrin li ser hindê û daxwaza piştgirî û baweriya we dikin, û sozê didim ku Hevbendî dê li we vegere, da bibe dezgeheka niştimaniya giştgîr, ji ber ku ev dezgeh wê neaktîv be û nebisaw be, dema ku li rex Sûriyan de ne birêz be, heger em ne li dora wê bin bi alîgerî û piştgirî û bi pişkdariyê.
Ez sozê didim we ku qûnaxa nû wê nû be bi hemû raman û wateyan, wê ji we destpê bike, wê pabend be bi nêrîna we û dê daxwazên we bicî bike, tiştên bi dilê we bin wê erê bike û tiştê hûn ret dikin wê ret bike, ji bo pêkanîna yekemîn diruşma Şoreşê “Gel dixwaze”, û em pabendin bi vîna gel.
Gelî Sûriyan..
Li pêş we sûnd dixiwim û bi zimanê we tevan bo cîhanê dibêjin:
Ku rêjima çewisandin û tawankariyan ya zal li ser Yasimînên Şamê wê birûxe her wek yên berî wî ji rêjîmên stem û zordariyê çûn, ew sêkeratên xwe yên dawiyê dikişîne tevlî anîna çeteyên milîperest û patexwer û dizekan ji her cihekî li cîhanê bo kuştina milet .
Herwiha em rê nadin dirêjkirina temenê rêjîmê û dubare berhemhênana wê li jêr çi alayekî û çi diruşmekî, ji ber ku kiryarên kuştina gel û wêrankirina welatê me tenê bi rêka bidawîkirina rêjîma zordest naraweste, û tu çareseriyeka Siyasî bê çûna serê rêjîmê û desteka wê ya tawankar çênabe.
Em rê nadin ku xapandina armancên şoreşê bibe di çi destpêşxeriyekê de bo pêşniyazkirina dîtina çareseriyeka siyasî ya danustandinê de, û danûstandin ne armance û bitenê alaveke bo pêkanîna radestkirina desthilatê bo gel.
Gelî Sûriyan. ji bo me tevan xuya bû, siroşta siyasetên arastî weletê me dibin û rastiya helwestên sercem alî û hêzan xuya bûn, ji doza rûmet û azadî û mafên me, û dîtir pêwîstiya şiroveyek mezin pir wirdekariyan tuneye.
pirojeyê me yê şoreşgerî û niştimanperwerî ji bo dewleteka şaristanî, li ser Civakeka Sivîl û azad ku têde hemû sûrî bi wekhevî û dad û piralîbûnê şad bibin ava dibe, li jêr sîbera jiyaneka destûrî û serweriya yasayê, ya ji bona wê lehengên me jiyana xwe qurban dane , ku ji bilî me kesek dabîn nake û kesek ji bilî me sebrê ji bo wê nakişîne..
Di vê çarçoveyê de; Ez daxwaza yekrêziya sercem hêzên şoreşgerî yên şervan dikim, û hemhengiyê digel wezareta bergiriya Hikûmeta demkî bikin, wek yekemîn pêngav bo bidezgehkirina artêşa niştimaniya Sûriya ya ayinde, û ez daxwaza pabendiyê bi miyanrêbûn û navînrewiyê ji hemû têkoşeran di sercem aniyên şer de dikim, û xwe ji tundrewiyê dûr bikin li ser binyatê al û diruşmê niştimaniya Sûrî, ya ku herdem ji nirxê fikirê Îslam û Mislimanên Sûrî ye, ku pêvajoyeke negor e bo kar û reftar û pêwendiyên wan digel xelkên welatê wan.
Ji her kesî dixwazim..piştgiriyê bidin serkirdayetiya Hevbendiyê bo yekirina hêzên şoreşê, bo bikaribe destpêşxer bibe di pêkanîna armancên siyasî û leşkerî û xizmetguzarî û pêdawîstiyên hawarhatinê di paşerojê de. herwiha wê sing û dergehê Hevbendiyê vekirî be bo her rexneya bo rastkirina rê û mukimkirina hêz û şêwermendiyê.
Gelî birayên li cebel Elereb û Cebel Elşêx û li Selemiyê û Misiyaf û Tertûs û Laziqiyê,
Gelî Kirstiyan û Mislimanan û sercem ol û ayînan,
Gelî Ereb û Kurd û Turkemen û Siryanan,
Gelî Aşûrî û şerkes û Ermeniyan,
Gelî tevaya Sûriyan..
Wê Sûriya newek Sûriya caran be, wê bi we be, hûn xudanên vî welatî ne bav û bapîrên we şehîdên serxwebûna wê bûn û îro zarokên we ji bo azadiya wê şehîd dikevin, kesek nîne ji bilî we ji bo avakirin û geşkirina wê, û welat bang li we dike û ji we dixwaze bo hûn bi rola xwe rabin di çêkirina paşeroja wê de, û em rê nadin ku tawanên rêjîmê di nav pêkhateyên milet de kîn û tirsê biçînin,û “kesek di ber gunhê kesekî din nahête sizedan” û bitenê tawanbar wê ji Sûriya paşerojê bitirsin.
Herwiha ez bo wan kesên rêjîmê ew xapandine û hin ji wan kirine leşker bo bergiriya rêjîmê, bo wan kesên xwe kirine serbaz bo bergiriya gel û welat bikin, lê xwe dîtin ku ji bo kujeran dimirin, dibêjim:
Ma dem nehatiye hûn şiyar bibin?! Rêjîma kujer hîç paşerojek nîne, paşeroja we di nav me deye û digel şoreşê ye.
Gelî birayên Sûrî..
Em ji ola xew fêr bûne ku kesê sipasiya mirovan neke ew sipasiya xudê jî nake, lewra bi navê we hemûyan ez rêz û hurmetê ..arasteyî her yekê ku alîkariya gelê me kir û destê xwe bo me dirêj kir, yan ji bo şoreşa me qenciyek kiribe dikim, Ez sipasiya Milet û Komele û kesan dikim, Sipasiya Hikûmet û rêberan dikim, sipasiya dewletên bira û dost dikim.
Bi taybetî sipasiya gel û dewletên cîran û serkirdayetiyên wan dikim li ser hilgirtina bargiraniya Milyonên welatiyên Sûrî yên li rex birayên xwe bûn mêhvan.
Gelî tevahiya kesûkarên min yên li Sûriyê..sebir û hedarê bikşînin û serkeftin hedara demjimêrekê ye.
Serkeftin ji wê şoreşê re ye, ya ku gelê wê ji serkeftinê pêve napejirîne.
Silav û dilovaniya xudê ji we re be .