Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî daxwaza bizaveka bilez ji Hevpeymaniya Navdewleî kir bo şikandina dorpêçkirina bajarê Dêrazorê, ya ku ji aliyê rêxistina DAIŞê ji du heyvan ve hatiye sepandin.
Ev dorpêça rêxistina DAIŞ ya li ser herdu taxên Elcûra û taxa Elqisûr li Dêrazorê dikeve di duyem heyva xwe de, ku rê digire li pêş gihandina xwarin û dermanan bo nêzîkî 400 hezar sivîlî ku piraniya wan koçberin, di dema ku rêjîm hemû kelûpel û pêdawîstiyên pêdivî bo hêzên xwe yên li wan navçeyan dabîn dike, bi saya embarên xwe û anîna pêdiviyan bi rêka pirên esmanî bo serbazgehên xwe û bikaranîna firokxaneya Dêrazorê ya ku hêjî dibin kontrola rêjîmê de ye.
Elmislit got ku ev dorpêçkirin ” hevşan û hevşêweyê heman reftar û şêwazên rêjîmê ne”, herwiha tekez kir ku ” kiryarên Rêxistina DAIŞê ji revandin û kuştin û dorpêçkirina sivîlan û tevlî tawanên rêjîma Esed cihê şermezariyê ne”.
Elmisil di daxuyaniya xwe de amaje kir, ku rêjîma Esed di van navçeyan de qomarê bi jiyana Sivîlan û jiyana hêzên xwe dike, bi armanca man û berdewamiya xwe di desthilatê de û saxbîrîkirin û nûjenkirina pirojeyê xwe yê stemkariyê, piştî ku firokên rêjîmê bi berdewamî xizmet didan DAIŞê û derfet dan belavbûna wê. Herwiha Elmislit; daxwaza hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi awayekî aktîv bi artêşa Azad re kir, ji bona rizgarkirina xelkên Sûriyê ji stem û dagîrkeriya terorê û jinavbirina wê. Jêder: Hevbendî