Nivîsgeha Ragihandinê li taxa Elqabûn got: “Roja Yekşema buhirî 22.Sibatê Çend endamên Ewlekariya Siyasî û Çeteyên Rêjîma Esed ketin Dibistana Muslim Abidîn ya Amadeyî li Taxa Berzê li Şamê , hinek Xwendekar di bin lêdanê de bi aliyekî nediyar ve revandin.”
Salim Elmislit Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ev tawankariya lêdan û revandina wan zarokan pirotesto kir û tekez kir: “Ev kar li dijî mirovhiyê ye,û derandina mafê mirova ye”
Nûçe tekez dikin piraniya wan zarokan ji taxa Qabûn in û temenê wan nagihê 14 salan, Nivîsgeha Taxa Qabûn tekez kir ko ew bi “tawana tiroristî û tundrewiyê” hatine girtin, û heta nuha tu agahdarî li ser cihê ew birinê nîn in.
Elmislit got: “Dosya Girtiyan û bi taybetî Zarok û Jin ji Hevbendiyê re pêşindeya sereke ye çimkî tiştê ko di zindanên Rêjîma Esed de bi serê Girtiyan tê tawankarî ne ” û bêtir got: “Em di hemû hevdîtin û çavpêketinên xwe de evê zehmetkêşiyê didin xuyakirin û doz dikin ko fişarê bidin ser Rêjîma Esed da Girtiyan berde û zehmetkêşiya wan sivik bibe.”
Jêder: Hevnbendî