Duhî roja înê “Tanco Bîlgîtiş” berdevkê wezareta derve yê Tirkiyê, destpêkirina pirogramê meşq û bi alavkirina artêşa Azad li roja yekşemiya bê bi çavdêriya heryek ji Tirkiya û Amerîka ragihand, bê dana hîç zanyariyên wirdekariyên zêdetir, têzanîn ku Tirkiya û Amerîka li 19ê heyva reşemeha niha de gihiştibûn rêkeftinekê li ser vê yekê.
Hêjaye gotinê ku wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawîş Oxlo, tekezî li ser lihevkirineka Tirkî Amerîkî kiribû ku ” hêzên Artêşa Azad yên bêne meşq û pirçekirin, wê şer li dijî rêxistina DAIŞê bikin hevdem digel şerê li dijî rêjîma Esed”.
Herwiha Oxlo balkişandibû ku hêzên bêne meşq û pirçekirin ” biryare ji bona dijberiya wan rêxistinên gefan dikin li ser yekxakiya Sûriyê bikin”, di heman demê de balkişand ku “hin rêxistinên terorîst û di pêşiya wan de heryek ji rêxistina DAÎŞê û rêjîma Esed, gef in li ser ewlehî û aramiya Sûriyê, ku hemû bi hovîtî berdewamiyê didin kuştina xelkên bêgunah”.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî bi bilindî bizavên Tirkî û Amerîkî nirxandin li ser dabînkirina meşqa pîşeyî û pirofîşinal bo artêşa Azad û zêdekirina karînên wan ji bo dijîtiya herdu dîmenên terorê di deverê de:rêjîma Esed û Rêxistina DAIŞê.
Jêder: Hevbendî + Wekalat