Li bajarȇ ” Kilisȇ” li ser sȋnorȇ Sȗrȋ – Tirkȋ civȋnek bo gotubȇjkirina pȇșxistinȇn bajarȇ Helebȇ ji hȇla meydanȋ, siyasȋ, ȗ leșkerȋ ve lidar ket. Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Xalid Xoce ȗ hejmarek ji endamȇn Hevbendiyȇ ȗ hikȗmeta Sȗrȋ a demkȋ ji kesȇn encumena parȇzgeha Helebȇ, ȗ herweha hindek ji serkirdayetiyȇn leșkerȋ li civȋnȇ amade bȗn.
Armanca civȋnȇ gihiștina yek bersivȇ bi navȇ bajarȇ Helebȇ derbarȇ destpȇșiyȇn siyasȋ ȇn navdewletȋ, di destpȇkȇ de destpȇșiya Dȋ Mȋstora ku li ser cemidandina șer li bajarȇ Helebȇ tekez dike, herweha ji armancȇn civȋnȇ pȇkanȋna komȋtekȇ bo șopandina danustendina bi vȇ destpȇșiyȇ re, çi ku hate pejirandin yan na, ȗ yan bi șert ȗ merc hate pejirandin.
Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Xalid Xoce got: rejȋma Esed jihevketȋ ye, çarenȗsa wȇ di destȇ Iranyan de ye, ȗ ji amadekaran xwest ku danustendinȇ bi destpȇșiyan re ji gelek hȇlan ve bikin, mȋna:
” Pȇșȋ, divȇ çareyek niștimanȋ giștȋ bo hemȗ xaka Sȗrȋ be, ji ber rewșa bajarȇ Helebȇ mȋna rewșȇn taxa We`ir li Humsȇ ȗ Xȗta Șamȇ ye, ya dȋ divȇ rejȋm sȗdȇ ji tu destpȇșiyan wernegre, ȗ ya sȇyem, divȇ ev destpȇșȋ hembêzgeha gelêrî ji dest nebe”.
Xoce tekez kir divȇ ku Hevbendȋ ji armanca rȗxandina rejȋmȇ ȗ hemȗ sembolȇn wȇ neyȇ xwar, ȗ ev yek armanca șoreșa Sȗrȋ ye. Xoce diyar kir ku wȇ Hevbendȋ di nav tȋma ku li Helebȇ pȇk were bo danustendina bi destpȇșiya Dȋ Mȋstora re de be.
Ji hȇla xwe ve wezȋrȇ hindir di hikȗmeta Sȗrȋ a demkȋ de Emȋd Ewed El- Elȋ hișiyarȋ bo hewldanȇn rjȋmȇ bo sȗdegirtina ji destpȇșiyan ȗ valabȗna wan ji naveroka wan da, ȗ got: Destpȇșiya Dȋ Mȋstora li ser rawestana șer diaxivȋ, ȗ niha li ser rawestana ȇrȋșȇn bi çekȇn giran diaxive, ȗ berȇ li ser Helebȇ diaxivȋ ȗ niha li ser hidek tax, yan taxekȇ tenê diaxive.
El – Elȋ bal kișand ku rejȋm: ” Dixwaze vȇ destpȇșiyȇ ji hȇla siyasȋ ve ji bo berjewendiyȇn xwe bikar bȋne, ȗ xwe pȇșkȇș dike mȋna ku ji diyalogȇ re ȗ danustendina bi çareyȇn aștiyane re amade be, lȇ ew bi xwe dixwaze vȇ destpȇșiyȇ jibo xwe bikar bȋne, ȗ di kȇlȋka ku sȗde jȇ nemȋne ew ȇ dest jȇ berde “.
Ji hȇleke dȋ ve serokȇ Encuman Helebȇ a Leșkerȋ ȇ berȇ Ebdilcebar El – Eqȋdȋ xwest ku : ” Helebȋ ȗ Sȗrȋ bibin yek ȗ rȇbaza Dȋ Mȋstora ku danustendinȇ bi Sȗriyan re mȋna bajar, tax ȗ girȗpȇn biçȗk bȇ girȇdaneke niștimanȋ di navbera wan de hebe nepejirȋnin”.
Gotinȇn Nȗnerȇn Encumena Parȇzgeha Helebȇ, ȗ Komeyȇn Siyasȋ, ȗ Ketȋbeyȇn șervan li ser yekrȇziyȇ ȗ helwestȇ, ȗ danustendina bi destpȇșiyȇn navdewletȋ re li gor rawestandina ȇșa Sȗryan ȗ zordarya rejȋmȇ dijȋ wan, bȇ ku rȇ bide wȇ bo wargehȇn xwe di riya wan re baștir bikin, ȗ helwesta gelêrȋ a piștgȋra șoreșȇ ji hev bixin tekez kirin.
Jêder:Hevbendî