Di 26 vê heyvê de hêzên leşkerî yê bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD ve li bajarê Efrînê Mehmûd Korîş endamê Partiya Demuqrata Kurdstanê – Sûriya serbest berdan li gor ku di daxuyaniyeke PDK-S de hat ragihandin.
Mehmûd Korîş ji berî sê heyvan de hatibû girtin bi behaneya ku li ser rûpela xwe ya civakî piştgiriya apê xwe yê pêşmerge (Brahîm Korîş) kiribû yê ku PYDê ew sirgûnî Tirkiyê kirin.
Ji hêleke din ve PDK-S di daxuyaniya xwe de serbestberdana Korîş pîrozkir, û daxwaza berdana hemû heval yên xweyî girtî li cem PYD kirin mîna (şukrî Bekir-Ehmed Sîdo-Ehmed Xelîl Sîno-Idrîs Elo-Lezgîn Berekat), her weha tevahiya girtiyên nerîn û ramanan.
Hêjaye gotinê ye ku PYDê berî demekê çend kes ji malbata Korîş sirgûnî Tirkyê kirin.
Jêder : Hevbendî