Şandek ji Hevbendiya Niştimanî bi serokayetiya Sikertêrê giştî Mihemed Yihiya Meketbî bi şanda şanderê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora bi serokayetiya aîkarê wî Remzî Remzî re civiye, û herdu aliyan li ser berdewamiya pêwendî û şêwirmendiyê û kar ji bona pêşvebirina pirosêsa Siyasî li hev kirin.
Di hevdîtinê de hemû pêvajoyên siyasî yên nû hatin gegeşe û nimiyaş kirin, û şanda Hevbendiyê helwesta xwe li hember pêşhatên siyasî da xuyakirin, û pabendbûna xwe li ser çareseriya siyasî tekez kir ligor daxuyaniya Jinêf û biryarên navdewletî yên pêwendîdar ji bona rawestandina rijandina Xwîna Sûriyan.
Herwiha herdu aliyan dawîtirîn pêşhatên meydanî gengeşe kirin nemaze pêşhatên vê dawiyê yên girêdayî bi rizgarkirina Idlibê û serkeftinên şoreşgeran li Der’a, û sikirtêrê giştî Mihemd Yihiya Mektebî got ku di hevdîtinê de gengeşe hat kirin li ser hilmetên hovane yên rêjîma Esed bi rêka bombebarankirina bi firokan û avêtina bermîlên teqîner li ser serê Sivîlan yên pirtir bûn piştî destkeftinên Idlib û Der’ayê.
Herwiha Meketebî ji şanda Dî Mistora re diyar kir ku şerê rêjîma Esed û DAIŞê li dijî miletê Sûriyê bûye sedema zêdebûna bobelata Sûriyan û zêdebûna hejmara dorpêçkiriyan , û di heman demê de balkişand li ser Netewên Yekgirtî _ ya sûr li ser danûstandina bi rêjîma Esed re- ji bo bidawîkirina dorpêçkirinê û derbaskirina alîkariyên mirovî bo sercem navçeyên Sûriyê ligor biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî hejmar 2139.
Jêder:Hevbendî