Komîta Navdewletî ya Xaça Sor daxwaz kir bo “rê bête dan bo derbaskirina alîkariyên mirovî yên bilez bê astengî bo penaberên Filistînî yên di kampa Yermûk de; û herwiha rê bête vekirin li pêşiya sivîlên dixwazin ji kampê derkevin ber bi cihên aramtir”, ku ev nêzîkî du sala ne kamp li jêr dorpêça rêjîma Esed e, hevdem digel şerekî hovane li dijî nişteciyên wê, û di van çend rojên dawiyê de kamp ket ber êrîşên rêxistina DAIŞê û karî hin taxên wê têxe jêr kontrola xwe.
Komîta navborî duhî roja pêncşembê û di daxuyaniyekê de ragihand ku pêwîstiya kampê bi çavdêriyek pizîşkî bilez heye, têzanîn ku kamp dikeve di nîva Şama paytext de û têde 18 hezar kes dijîn û ji heyva oktobera sala 2014an ve komîta navborî nikariye derbasî Kampa Yermûk bibe.
Maryan Casir; seroka Şanda Xaça Sor li Sûriyê got ” ku xelk gelek mandûbûna û westiyane bi sedema şerên bi heyvan dirêjkirî û herwiha ji ber kêmbûna berdewam ya av û xwarin û dermanan, ku niha pêwîstiya wan ya bilez boi alîkariyan heye “.
Hêjaye ku Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji heryek ji dewletên Hevpeymaniya Navdewletî û Netewên Yekgirtî û dewletên Erebî kiribû bo rizgarkirina kampa Yermûk ji bermîlên Beşar Esed û ji kêrên rêxistina DAIŞ yên mil bimil û bi hev re êrîşî kampê dikin.
Herwiha Serokê Hevbendiyê cext li ser wê yekê kir ku kampa Yermûk rastî teror û hovîtiyek dijwar tê ji aliyê rêjîma Esed û her weha ji aliyê rêxistina DAIŞê, ku DAIŞ berî çend rojan derbasî hindur kampê bûye û gelek ji xelkên wê yên xweragir û qehreman dane kuştin û girtin yên ku bêhtir ji 700 rojan ve dibin dorpêça rêjîma Esed dijîn.
Herwiha serokê Hevbendiyê daxwaz ji rêxistinên mirovî kiribû bo derbaskirina alîkariyên xurdemenî û dermanên pizîşkî bo hindurê kampê û dabînkirina kerîdorên tenah bo derketina kesên xudan pêwîstiyên mirovî ji jin û pîr û zarokan.
Jêder:Hevbendî