Îro 5 Sûrî gihan Buhêrka Eltiwal ji bo çareseriyê li Siûdiyê bibînin, ji ber ko li Yemenê bi derbên Hûsiyan ji encama bombebarana gelemşe li ser taxên Edenê birîndar bûne. Di derbasbûna wan de di cih de ew birin Nexweşxaneya parêzgeha Samite ya giştî, nuha çareseriya pêdivî dibînin.
Endamê Desteya siyasî û Emîndarê giştî yê Hevbendiyê yê berê Bedir Camûs doz li dewletên hevalên gelê Sûriyê kir da jiyana Sûriyên li Yemenê biparêzin û derketina wan ji bo dewletên din dabîn bikin.
Camûs da xuyakirin ko nêzî 5000 Sûrî yên hevrikê rêjîmê li Yemenê asê mane û jiyana wan di metirsiyê de ye, bi encama şer û nebûna ewlekariyê ko bi destê Hûsiyên bi Rêjîma Îranî ve girêdayî ne encam daye.
Jêder: Hevbendî +Elerebiye