Şandek ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li ser daxwaza Dezgeha KARÎNGÎ ber bi Jinêvê paytexa Siwêsra çû, bo lidarxistina çavpêketineke şêwirdariyê bi armanca dîtina mîkanîzimên vegerandina baweriyê di navbera ENKSe û TEV-DEMê de û peydakirina pêdawîstiyên pêdivî bo biserxistina Rêkeftina Dihokê.
Ehmed Silêman; endamê şanda ENKSê ji malpera “Dîmoqratî” re diyar kir ku wan komek boçûn pêşniyar pêşkêş kirine derbarê vegerandina baweriyê di nav herdu aliyan de, û pêwîstiya dabînkirina bingehên serekî bo mukumkirina wan, û avakirina binyatên durust ber bi karê hevbeş ligor mîkanîzmên hevçerx yên diyalog û hevpesendkirinê, bo bigihêjin dîtinek siyasî, gelê me li Sûriyê pê bête parastin û berjewendiyên wî misoger bibin.
Hêjayî gotinê ye ku şanda ENKS ji van berêzan pêk tê: Si’ûd Mela û Tahir Sifûk û Ehmed Silêman, herwiha hêjayî amajepêdanê ye ku Dezgeha KARÎNGÎ Saziyek nesûdmende û hewla bidestxistina encamên pratîkî dide bi rêka weşan û lêkolînan û lidarxistina dîtin û Civînan, û guhdanê bi navçeyên Cugrafî yên corbicor dike û herwiha pêwendiyên di navbera Hikûmet û Rêxistinên Navdewletî û Civaka Sivîl de, û gelek armancên wê hene ji wan pirogramê Dîmokrasiyê û serweriya yasayê.
Jêder: Hevbendî – Ragihandina Partiya Dîmokrata Pêşverû ya kurd li Sûriyê