Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê û serokê wê Xalid Xoca bi navê gelê Sûrî sersaxiya Qiralê Siûdî Selman bin Ebdulezîz Al Siûd kir û ji hemû zarwên malbata qiralî û ji hemû gelê Siûdî re sersaxî xwest.
Xoca got: “Bi xemgînî û bi dilekî bawer bi ferman û dadweriya Xweda, me nûçeya koçkirina dawî ya qiralê payedar Siûd Elfeysel bin Ebdulezîz Al Siûd bihîst.”
Bêtir got: “Emîrê koçkirî dîdevanê qonaxeke dirêj bû ji serbora herêmê, û roleke pir giring lîstiye ji gava ko bû wezîrê karûbarê derve yê Siûdiyê ji bo piştgiriya mafê Ereban û parastina yekîtiya gel, her wiha di piştgiriya gelê Sûrî de û li kêleka me rawestiyabû”.
Serokê Hevbendiyê tekez kir” Miletê Sûrî helwestên qenc û mêrxasiyê yên Emîrê Siûdî yê koçkirî Siûd Elfeysel di piştgiriya Şoreşa Gelê Sûrî de li dijî zordestan jibîr nake. Ew helwestên ko li ser rêbaza Erebistana Siûdiyê ne ko li kêleka Gelê Sûrî rawestiyaye. ”
Jêder: Hevbendî