Duhî roja pêncşemê Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca ligel Hejmarek balyozên dewletan di ahenga fitarê de ya li ser daxwaza Serok Receb Tayib Ardoxan serokê Tirkiyê li koçka serokatiyê li Enqera beşdar bû.
Serok Ardoxan û bi amadebûna balyozê Îranê tekez kir ku rawestana li kêlek rêjîma Esed ne tiştek mirovî ye û heta nejî tiştek Mislimantî ye, û dîsa got ku bûyerên Sûriyê bûne nîşan pîvera ewlehiya navdewletî.
Ardoxan got ku “Rêxistina DAÎŞ rêxistinek terorîst e û rêjima Esed ew li ser miletê Sûriyê zal kiriye, bi armanca beravêtîkirina daxwazên gel, yên ji berî pênc salan de pê bang dikin ji bo pêkanîna azadî û demokrasî û rûmetê”.
Herwiha Ardoxan daxwaz ji Civaka Navnetewî kir ku bi “çavika DAÎŞê” li pirsa Sûriyê temaş nekin, û bal kişand ku dîtina çareseriyek resteqîn di Sûriyê de take rê ye ji bona jinavbirina terorê.
Serok Ardoxan bi tundî her guhertinek diyomografîk di hindur Sûriyê de red kir, û di heman demê de rexne li dewletên Ewropî girt li ser nepêşwazîkirina penaberên Sûriyê.
Dîsa Ardoxan daxwaz ji hemû dewlatan kir ji bona alîkariya hev bikin ji bo jinavbirina rêxistinên terorîst, çi DAÎŞ yan Qayide yanjî PKK be, û got “terorîstek baş û yek nebaş nîne, ku teror bi her awayên xwe kirêt e”.
Ardoxan diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê 1300 biyanî yên gomana derbaskirina sînorê Sûriyê û tevlîbûna DAÎŞê li ser wan heye qewitandin, û herwiha diyar kir ku Tirkiya rêgirt li pêşiya derbasbûna 14 hezar biyanî li nav xaka xwe bi gomana tevlîbûna wan di kiryarên teroristî de.
Jêder:Hevbendî