Wezareta Perwerde û Fêrkirinê di Hikûmeta Sûrî a Demkî de, amadekariyên xwe yên destpêkî bo bikaranîna zanîngeha Helebê li parêzgehên Bakur bo sala xwendinê 2015-2016 bidawî kirin, wek beşekî ji pilana aktîvkirina zanîngehan li deverên rizgarkirî.
Wê wezaret di demek nêz de akadimiyên ku dixwazin mîna mamoste kar bikin vexwendî bike, û pêşbirkekê bo karê wan di zanîngeha ku dedora 10 hezar şagirt wê hembêz bike ragihîne, herweha wê taybetmendiyên xwendinê li gor pêşindeya dûbare- avakirina Sûriyê werin vekirin.
Hêja ye gotinê ku wê zanîngeh li gor sîstema yekîneyan a Ewropî ya nûjen kar bike, û wê beşan ji zankoyên zanîngehê re li deverên rizgarrkirî di parêzgehên dî de veke.
Wezaret hêvî dike ku dest bi sala xwendinê ya nû di meha Eylûna bê de bike, bo kesên ku nû di qonaxa diwenavendî biser ketine, û derçûyên berê jî, bi mercên tomarkirinê ku wê dûv re eşkere bibin.
Jêderekê di wezareta perwerdeyê de got, erkê Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ye ku zankoyan li deverên rizgarkirî ji xwendekarên ku ji çar salan ve bi kêmanî ji fêrkirinê bêpar in misoger bike, tevlî hebûna kelemên ku nahêlin ev gav bi cî were.
Berdewam kir: “ Ev gav mîna derhênana bawernameyên bekelorya ye ku Hikûmeta Demkî dide, destnîşan kir ku wê wezaret li ser misogirkirina danpêdana bi bawernameya zanîngehê kar bike, di riya girêdana peyman û hevpariyên Ewropî û navdewletî re, herweha wê qencbûna fêrkirinê bighê astekê ku danpêdana navdewletî bi baewrnameyan misoger bike.
Diyar kir ku wê zanîngeh di riya grupek fêrkirnê ji mamosteyên zanîngehan ên ku ji rejîmê veqetiyane were meşandin, û şêwirên navdewletî ji wan re werin peydakirin, û dît ku ev yek gaveke pêşeng e di dîroka şoreşa Sûrî de, bo bidawîkirina kişndina rewatiya navdewletî ji rejîma Esed.
Jêder: Hevbendî