Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan tekez kir ko Rêjîma Esed: “Awayên kirêt yên corbicor dijî miletê Sûriyê bikar tîne, û di serî de Çekên Kîmawî , Mûşekên Palastî û Rêkxistinên Tirorist”.
Got: Ewlekariya Tirkiyê û ya Civaka Navnetewî bi sedema rewşa Sûriyê di bin metirsiyeke mezin de ye. Tirkiya nuha beraberiya hemû Rêkxistinên Tirorist dike. û got ko ti peywendiya kirdeyên ku Rêkxistina Daişa tirorist dike bi Islamê re nîn e.
Xalid Xoce serokê Hevbendiya Niştimanî got ko operasiyona leşkerî ya Tirkî ya li dijî tiroristiya ko piştgiriya wê ji aliyê Esed dibe, bi serpereştiya tirkiyê û piştgiriya gelî û herêmî û navdewletî dibe, ew guhertineke giring e di berjewendiya Şoreşa Sûriyê de ye.
Xoca tekez kir rizgarkirina Bakur ji Çeteyên “Daiş”ê û komekên tirorist yên ko abûriya wan bi Rêjîmê ve girêdayî ye, ew dê herêmê li gora berjewendiya hêzên Şoreşê yên niştimanî yên ko dibin sîwana Hevbendiya Niştimanî de ne an jî hevrêziyê digel wê dikin, yên ko Desteya Erkan û hêzên leşkerî û Encûmenên xwecihî serpereştiya wê dikin. Û ev rewş wek rewşa berî ko Daiş herêmên rizgarbûyî dagîr bike.
Hevbendiyê berê jî doz li Hevpeymana navnetewî kiriye ko bilez herêmên aram li Sûriyê pêk bîne û piştgiriya tekûz ji Artêşa Azad re bibe da sivîlan biparêze, û êrîşên asmanî yên firokên Esed birawestînin. Û bergiriyê dijî metirsiya Daiş ya li ser Herêmên rizgarbûyî bikin, Daişa ku siyaseta ya wan êrîşan bi rêjîma Esed re hevrêz dibe.
Hevbendî dibîne ko Herêma aram pêngaveke giring e Hevpeymana navdewletî dê pê rabe da sivîlan ji tawanên Rêkxistinên tirorist û rêjîma Esed biparêze. Hevbendiyê hişyarî da ko derengiya her rojkê di pêkanîna herêma aram de kuştaran bi serê gelê Sûriyê pirtir dike.
Jêder: Hevbendî+Enadol