Wezîrê derve yê Erebistana Si’ûdî Adil Elcibêr, dubare tekezî li ser neguhertina helwesta welatê xwe yê dijî mana Bişar Esed di paşeroja Sûriyê de kir, û sebaret Erbistana Si’ûdî tekez kir ku “çûna Esed û her kesekî destê wî bixwîn bûye; helwestek xuyaye bazar têde nîne”.
Ji aliyek din cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Mistefa Oso derbarê helwesta Si’ûdiyê da zanîn ku ” wî helwest zelal kirin nemaze piştî hewlên bimebest bo giravkirina helwesta kendava Erebî û bi taybetî yê Siûdiyê”, û Oso got ku Si’ûdiyê ” goman nehişt ku êdî cihê Beşar Esed di Sûriya nû de û herwiha di qonaxa veguhêz de jî nîne “.
Ev daxuyaniyên Elcibêr di kongirekî rojnamevanî de ligel hevkûfê wî yê Brîtanî Fîlîb Hamond duhî li Londona paytext hatin dan, ku Elcibêr têde tekez kir ku çûna Esed bi rêka ” prosesek siyasî yan bi têkşikandinek leşkerî bazdan jê nîne”, û Esed “hîç paşerojek di Sûriyê de jê re nîne “.
Oso tekez kir ku ” Axavtin li ser hewlên şiyandina Bişar yan bibe beşek ji oparisyona jinavbirina terorê tenha bitenê xeyal û xapandin e, ku helwesta Si’ûdiyê ya piştrast bi piştgirya Kendavê nemaze ji dewleta Qeter û dewletên Ereban û ji Tirkiyê ev, mijar yekalîkiriye û her hewleka Îranê têkşikandiye ji bona bikaranîna Esed wek pelikeke bazarê bo bidestxistina destkeftên herêmî”.
Dîsa Oso got ku “me baweriyek mezin bi helwesta Si’ûdiyê û helwestên birayên kendava Erebî û helwesta Qeter û helwesta negor ya Tirkiyê heye, û ev toreke parastina herêmî ye bo me û ji bo parastina Şoreşê li hember sercem hewlên aliyên tevdigerin bi aliyê dijberî berjewndiyên gelê Sûriyê û yên dijî Şoreş û guhertina demokratîk di Sûriyê de”.
Jêder:Hevbendî