Endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê digel Şandeya Tîma Şandyarê taybetî bi Sûriyê yê Netewên Yekbûyî Dî Mistora îro pêncşembê civiyan, ji bo temamkirina gotûbêjan li ser plana karê Şandyarê Navdewletê ya ko ji bo wê daxuyaniyek ji Encûmena Ewlekariyê derket .
Hevdîtin li ser daxwaza Dî Mistora bû û berî rojekê ji civîna awarte ya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ko lidar bixin.
Di heman mijarê de Desteya Siyasî îro hevdîtinek kir berî civîna Desteya Giştî ya ko sibe roja Înê dest pê dike û wê sê rojan berdewam bike.
Civîn teybet ji bo helwesta xwe ji plan û pêvajoya kar ya pêşinyar kirî hate lidar xistin.
Jêder: Hevbendî