Duhî roja çarşemê li 26/08/2015 li danê êvarê endamên xwecihiya bajarokê Girkê legê û bajarok û gundewarên wê di ofîsa ENKSê de li Girkê legê civînek lidar xistin bi çavdêrî û serpirştiya Nivîsîngeha Rêxistinê ya karubarên Encûmenên xwecihî bo helbijartina serokên şax û taxan û bo duristkirina nivîsîngeh û komîteyên xwe piştî lidarxistina sêyemîn kongirê ENKSê di heyva cehzerana bûrî de.
Di civînê de nivîsîngeha serokatiyê hat helbijartin û berêz Çinar Mer’iê wek serok hat destnîşankirin tevî du cêgiran, hewiha nivîsîngehên din hatin destnîşankirin ji wan nivîsîngeha pêwendiyan û ya aştiya sivîl û nivîsîngeha hawarçûn û karubarên mirovî û ya xizmetguzariyan û herwiha çend komîte hatin duristkirin ji wan komîteya karubarên jin û lawan û komîteya Ragihandinê û ya darayî û herwiha Komîteyek biçûk ya ewlekariyê di seqayeke liyekgiştin û sazan û lihevkirinê de hatin helbijartin.
Di dawiya Civînê de endamên Encûmena navborî soza berdewamiya karê hevbeş dan bo xizmetgozariya xelkê navçeyê û berjewendiyên gelê kurd û Şoreşa Sûriyê ya pîroz.
Jêder:Hevbendî