Ajansa “Difa’h press” ya ser bi hêzên çekdarên Îranê ve, bi kuştina 18 çeteyên tayîfeprest di miyanê şerên heyva niha li Sûriya de mukur hat, ew kuştî efserekî pasdarên Îranê ye û 17 Efxanî ji Mîlîşiya “Fatimiyon” in.
Ligor ajansa navborî , efser Ehmed Heyderî yê bi pileya Neqîb di pasdarên Îranê de, li duşema bûrî hat kuştin di şerên Çiyayê Laziqiyê de, herwiha peyamnêrê Telviziyona Îranê “Mihemed Hesen Husênî” yê bi hêza pasdaran re ye, di heman şeran de di sing û pê û destên xwe de bi pîjikên pekyayî birîndar bûye.
Têzanîn ku ajansa fermî ya Îranê “Îrna”, di heyva tîrmeha bûrî de, her ji destpêka Şoreşa Sûriyê ji sala 2011an ve, hejmara kuştiyên pasdarên Îranê tevî çeteyên Efxanî û Pakistanî yên di hêza pasdaran de bi 400 neferan eşkere kir.
Hin çavdêr dibînin ku hejmara kuştiyên Îranê di Sûriya de ji vê hejmarê bi gelekî zêdetir e û dibînin ku alîgirên Îranê bi mebest kuştiyên hêza pasdaran û mîlîşeyên hevalbendên Îranê bi hejmareke kêm radigihînin ji bona xapandin û veşartina ziyanên xwe yên li ser destê hêzên Şoreşa Sûriyê.
Di heman mijarê de ajansa nûçegehana Efxanistanê “Kama” di nûtirîn amar de amaje ji kêmayî bi kuştina 3500 Efxaniyan kir yên şer li tenişt Bişar Esed dikin, û dazanîn ku pasdarên Îranê penaberên Efxanî yên li Îranê dibe leşkeriyê li Sûriyê bi 700 dolaran wek mûçeyekî heyvane û bi dana mafê niştecêbûna Îranê.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca da zanîn ku helwesta nediyar ya heryek ji Encûmena Ewlekariyê û ya Civaka Navdewletî dibe hokarekî alîkar bo rêjîma Esed û Îrana dagîrker li ser zêdekirina komkujiyan li dijî Sivîlên Sûriyê.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî bi tundî sercem cor û awayên piştgiriya serbazî û ya darayî bo rêjîma Esed şermezar kiribû, nemaze piştgiriya bi çek û teqemeniyan her li jêr çi behaneyekê û ji kîj aliyî be, û ew piştgirî bi beşdariya di tawanên dijî mirovan li qelem dabû, û dît ku rêgirtin li pêşiya berdewamiya van tawanan berpirsayertiyek yasayî û rewştî ye, û herwiha dazanîn ku pirçekirina rêjîmê dibe alîkar bo encamdana tawanên zêdetir yên kuştin û qirkirinê.
Jêder:Hevbendî+Elerebiyê