Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê dest bi daniştineke awarte kirin, roja Înê ya ko ji aliyê serokê Hevbendiyê Xalid Xoce hetibû xwestin.
Ji bo plana kar ya Şandyarê navdewletî ji bo Sûriyê Dî Mistora gengeşe bikin, ya ko nerîna wî ji bo dubare destpêbikina danûstandinên Cinêvê.
Civîn li gora texmînan dê sê rojan berdewam bikin. di wan civînan de belgeyên civînên desteya siyasî yên heftiyekê dirêj kiribûn, û di wan de deste ligel tîma Dî Mistora û nûnerên Emerîka, Tirkiyê, Keneda, û Dewletêm Yekîtiya Ewropî civiyan Wê bên gengeşekirin.
Li gora texmînan dê daxuyaniyek ji aliyê Desteya Giştî dekeve, wê tê de helwesta xwe ji beşdarbûna di her çar komên kar yên plana Dî Mistora de û mîkanîzmên ji bo wê hatine pêşinyar kirin destnîşan bike.
Jêder: Hevbendî